Pîra zarokên Qermanê Zerga

Dibêje her mirovak hinek bi navê xwe diçe, pîra Zerga jî weke navê xwe biwate û tejî jiyan. Zerga li herêmên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tê wateya cihê agirgehên Zerdeştiyan lê geş dibin. Li herêma Amudê ya Rojavayê Kurdistanê jî navê qehremana destanek Kurdiya bi navê Zerga û Mehemed Axa ye.

Pîra Zerga jî weke çinarek qedîm a gundê Qermanêbûye û hemû zarokên gund bi destên xwe yên pîroz aniye diniyayê. Di tevahî jiyana xwe de li ber serê jinên ducanî runiştiye û pîrika hemû zarokên gundbûye. Di her malê de mizgîniya zarok hatina diniyayê despêkê wê daye û ji destê mezinên malê xelata xwe girtiye.
Hefteya derbasbûyî pîra Zerga ya temen mezin û çavên wê ji wateyên jiyanê dagirtî ji gundê Qermanê koç kir û jiyana xwe ji dest da. Hemû gundiyan Zerga weke pîra xwe dizanîn û weke ku ji mala wan çuyî xemgînbûn.