"Flamenko her tişta têkildarî mirov û jiyanê di nava xwe de dihewîne"

Serdestiya mêr ku tim hewl dide li ser me xwe mezin bike, mîna her qadê di qada hunerê de jî xwe nîşan dide. Jin hene bi mêran re heman karî dikin lê heman pereyî nagirin. Jin hene her dem li ser bedena wan tê axaftin û rexnekirin, yan jî bedena wan tê îdealîzekirin, hem ji bo xebatên kesên LGBTIQ hem ji bo xwe û hem jî ji bo hunerê di qadên cuda de dikin tên paşguhkirin…Nedîtina jinan, ne tenê di qada hunerê de ye. Di her warê civakê de wiha ye, em di hemû aliyên jiyanê de bertekên wê dibînin.

EKÎM ZEYNEP AKGUL 
Enqere- Em dikarin êş, şahî, evîn, mirin, hêrs, bi kurtasî, her tiştê ku em hîs dikin, bi Flamenko re vebêjin. Bi Taybetî ji bo jinan rêbazek pir hêzdar a vegotinê ye. Em dikarin xwe ji hundir ve jî ji derve jî bi Flamenko xwe rehet bikin. Yek ji wan jinên ku xwe bi Flamenko rehet dike Beyza Gumuş e. Hîndekara reqsa Flamenko Beyza Gumuş armanc dike ku bi zimanê reqsê yê bêhempa têgihîştina xwe ya kûr û berfireh a Flamenkoyê bigihîjîne hemû cîhanê. Gumuş bi şêwaza xweya bêhempa xem, daxwaz, tirs û hestên xwe pêşkêş dike, di heman demê de yek ji wan çend mamosteyên reqsa Flamenko ye ku hejmara wan kêm e.
Em bi Beyza Gumuş re li ser çîroka wê ya bi Flamenko ya reqsa ku bi qasî dikare serhildêr e, bi qasî ku fewrî ye hesas e, bi qasî ku dilşewat e çalak e re axivîn.
• Ger hûn dixwazin em bi perwerde û kurtejiyana we dest pê bikin. Tu dikarî ji me re qala xwe bikî?
Ez di sala 1981’ê de li Silopiyê hatime dinê. Destpêke min li Zanîngeha Marmarayê, beşa 'Ekometrî', ango 'Aboriya Matematîkî' qedand. Dûre, min beşa Ziman û Wêjeya Frensî li Zanîngeha Stenbolê û beşên Çand û Wêjeya Emerîkî bi mezûnbûna dualî qedand. Ez niha li dibistaneke Amadeyî mamostehiya zimanê Fransî dikim. Ji zaroktiya xwe ve, ez bi reqsê re mijûl bûm, her çend ji ber şert û mercan ne pir bi rêkûpêk bû jî min hewl da bi reqsê re mijûl bibim. Min di salên dibistana seretayî de 2 salan perwerdeya baleyê girt û ez dikarim bêjim ku reqsa gelêrî di wê temenê min de di jiyana min de cihek girîng girt. Ji xeynî xwendina li dibistanan, di komeleyên cihêreng de xebitîm. Min di navbera salên 2000-2005'an de li Klûba Folklorê ya Zanîngeha Bogaziçi (BUFK) û di navbera 2005-2010'an de jî di Koma Hunerên Pêkanîna Bogaziçi (BGST) di beşa reqsê de bûm. Bi rastî min ji salên dibistana navîn ve Flamenko wekî muzîkek di guhên min de hebû lê nasîna min a bi reqsê re piştî sala 2005’an bi pêşketina teknolojîk û înternetê re dibe yek. Ji hingê ve, di jiyana min de cihekî pir girîng a Flamenkoyê heye. Min li Stenbolê bi xebatek kurt a Melek Yel re dest bi reqsa Flamenko kir. Piştî demek kurt, ez beşdarî kargeh û perwerdeyên cihêreng ên Flamenko û reqskarên Endulusî yên ku hatin Akademiya Hunerê ya Perayê bûm. Di navbera 2010-2014’an de bi Reinalar re xebitîm. Ez li wir hem wekî reqsker, hem jî wekî perwerdekar xebitîm. Min di 2015 û 2018’an de du mehan li Sevîllayê Flamenko xwend. Ger em pandemiyê derbas bikin, ez dixwazim bidomînim. Dawiya pêşketinê tune ye…
• Flamenko reqseke ku zimanê êşê ye; helwest û vegotinên dijwar dema ku hestan nîşan didin tên bikaranîn. Hûn vê gotinê çawa bi xwe ve girê didin? Hûn ê vê reqsê ji bo xwe çawa vebêjin?
Bi rastî, ez ne bawer im ku ev pênase pênaseyek pir rast e. Qet nebe ez bêjim winda ye. Ji ber ku Flamenko ne tenê êşa reqs yan jî muzîke ye. Hemû hestên ku em di jiyanê de dijîn hempîşeyên wan di Flamenko de hene û şahî, evîn, îronî... hwd. jî hene. Ne hemû reng êş, mirin, serhildan vedibêjin. Di heman demê de stranên li ser xebat, evîn yan jî bûyerek pir asayî jî hene. Em dikarin di formên reqsê yên van stranan de helwest û vegotinên nermtir bibînin. Solea yan ji siguiriyas çiqas dijwar be jî formên wekî guajiras û tangos dikarin wekî herikbar û nerm bin. Ger em bixwazin wê ji aliyê dîrokî ve binirxînin, em dikarin qala guhertinek cidî ya Flamenko bikin. Bi devkî dibe ku di sedsala 15’an de û hevokên serdestiya mêraniyê di kilamên formên Flamenko de hebin. Em di dîroka Flamenko de dixwînin an guhdarî dikin û heya îro jî têne veguheztin, stranên ku tê de jinan dixin nav hin şêwaz û forman, yan ji xemilandinên rûmetê yên pir rûreş li ser bedena jinan em dikarin bibînin. Pirtûka ansîklopedîk a Mario Bois "Le Filamenco" li ser vê mijarê çavkaniyek pir baş e; em dikarin gelek mînakan li wir bibînin. Ev nîşaneyên civaka kevneperest in. Lê bi demê re, di Flamenko de destwerdanên zayendî hebûn û hîn jî hene. Mînak, îro, klama Flamenko dikare di warê performansê de were axaftin û temaşekirin. Van hemûyan li ber çav bigrim, ji bo min Flamenko qêrîna herî jidil û rast a mirov li cihê ku ew di jiyanê de disekine ye. Ew her tiştî li ser jiyanê, li ser mirovan vedigire. Ew vegotinek rast û vekirî ya her tiştê baş, xirab, tal, şêrîn, jiyayî, nejiyayî, hîskirî, dijber, parastî, rexnegir e. Ji min re xuya dike ku her kes bêguman dê di vê yekê de tiştek ji bo xwe bibîne. Reqs qadek e ku piştgirî dide û temam dike ev axaftin û hawar. Ez difikirim ku dê rasttir be em bibêjin em ji helwest û vegotinek hişk bêtir vegotinên pir xurt û jidil dibînin.
“Serdestiya mêran mîna her qadê di qada hunerê de jî xwe nîşan dide”
• Hûn wek jinek di cîhana hunerê de, çi zehmetiyan dikşînin? Çima jinên hunermend tên paşguhkirin?
Ez dikarim bêjim ku ez di vê mijarê de de pir bi şans im. Saziyên ku ez di wan de bûm (BUFK, BGST) ew sazî bûn ku bi ne tenê ji bo jinan piştgiriyê didan hemû aliyên ku dihatin vederkirin. 
Li vir, wek jin, gotina me jî girîng bû. Dema ku min dest bi xwendina Flamenko kir, min bi gelemperî lêkolînên kesane pêk anî. Ji ber vê yekê, ez ne xwediyê ezmûna berevajî bûm. Bêguman, dema ku min di komeleyan de reqs kir, min bi zelalî ev cudahiya mêr û jin dît; bi gelemperî hemû tîm bi reqasên mêr dest pê dikin; tevgerên dijwartir, daxwazker ji hêla mêran ve dihatin kirin, dema ku tevgerên naziktir, lawaz û vebêjî li jinan dihatin kirin... Ez nizanim niha guhertinek mezin heye yan na; demek dirêj e min neşopandiye.
Ji xeynî wê, ew îfadeya cîhana hunerê ku min tu carî jê baş fam nekir heye… Têkiliya min pir hundurîn e, yanî ne bi bazarê re ku ew qad rasterast giredayî pere ye. Ji ber ku ez debara xwe bi warên din dikim, di berhemanîna tiştekî de rasterast balê nakşînim ser qezenckirina pere. Bêguman, ez dixwazim ji bo hewldanên xwe pere werbigrim lê ji ber ku min heya niha pêşandanek wisa çênekiriye, ez bi gelemperî li ser performansa vîdyoyê dixebitim, ji ber vê yekê ez niha zêde tiştek nabêjim. Ji ber vê yekê ez dikarim pêşbîniyên cuda bikim. Ez dikarim bi serbestî balê bikşînim ser tiştê ku ez bi rastî dixwazim bikim. Derfeta min heye ku ez hawirdora xwe û kesên ez dixwazim bi wan re bixebitim diyar bikim. Ji ber ku pir xweştir, rehetir û dilnerm e ku hûn di hawirdorek rehet de bi mirovên hûn dikarin li ser bingehek hevbeş bicivin re hilberînin. Bêguman, ez ne bawer im ku ev proje bêyî hevkariya mirovên ez di çêkirina projeyan de bi wan re dixebitim, derbasê jiyanê bibe, yan jî ez ê di dema pêkanîna ramanên pêşerojê de bi pirsgirêkên jinbûne re di her warî de rû bi rû bim. Ji ber ku her çend min di warên ez lê dixebitim û hilberînê dikim de zehmetiyên jinbûnê nekişandibe jî ev nayê vê wateyê ku ez neheqî û serdestiya mêran nabînim. Serdestiya mêran, ku tim hewl dide li ser me xwe mezin bikin, mîna her qadê di qada hunerê de jî xwe nîşan dide. Jinên ku karên wekhev dikin û pereyê wekhev nagirin, jinên ku bi domdarî li ser bedena wan tê axaftin û rexnekirin, yan jî bedena jinan a tê îdealîzekirin, hem jî xebatên kesên LGBTIQ ku hem ji bo xwe û hem jî ji bo hûnerên di qadên cuda de dikin tên paşguhkirin…Nedîtina me ya giştî ne tenê di qada hunerê de ye. Ji ber ku ev di civakê de wiha ye, em di her warê jiyanê de bertekên wê dibînin. Di beranberî vê de, têkoşîn hîn didome û dê bidome. Bêguman, ez bi rastî nizanim vê rastiyê çawa şîrove bikim ku em hîn di sedsala 21’ê de vê tiştê diaxivin û bêtir paşve diçin.
• Dema ku hûn xebatên xwe dimeşinîn, hûn ji kîjan ereferans an jî hunermendan bi bandor dibin?
Ev bi rastî pirsek pir berfireh e. Li gorî min ez ji salên xwe yên BUFK’ê dest bi vegotinê bikim wê rastir be. Bi gelemperî, dema ku em lêkolînek dikin, çanda reqs û muzîk jê hatiye di serî de li ber çavan hatiye girtin. Jiyan, dîrok û çand dê bi xwezayî bandorê li dîmen bike. Xwendin ne tenê di warê reqsê de, di heman demê de bi gelemperî xwendinên siyasî, sosyolojîk û yên bi vî rengî dihatin kirin. Bêguman, çîrok û serpêhatiyên mirovan jî pir girîng in. Dûre, ez dikarim bibêjim ku ev têgihîştina min a giştî diyar kir. Simone de Beauvoir, Virginia Woolf, Judith Butler, Cynthia Enloe, Cynthia Cockburn, Pinar Selek, Vandana Shiva, Foucault, Sartre, Edward Said, Jacques Derrida, John Berger... Li vir, kar û nivîsên gelek nivîskar, akademîsyen, fîlozof, civaknas, ên ku navê wan nayê bîra min hene. Nivîsên wan bi gelemperî li ser helwesta min a di jiyanê de bandor dike û ev di hemû nirxên ku ez diafirînim û hewl didim di jiyanê de biafirînim de diyar dibe. Ne mumkun e ku mirov ji nivîsên wan bi bandor nebe, bi şertê ku mafê rexnekirinê parastî be. Ji xeynî wê, ez hewl didim nivîs û xebatên akademîsyenên li Tirkiyeyê wekî Arzu Ozturkmen û Berna Kurt bişopînim, ji ber ku ew lêkolînên pir hêja û girîng dikin. Nivîs û xebatên her du yan jî teqez we ji cîhek digihîjînin cihek hin baştir. Baş e ku ew hene û baş e ku ew dinivîsin û hildiberînin. Bêguman, di warê hunerê de gelek nav hene, wekî Pina Bausch yan jî wekî Piyên Tazî. Yan jî, komên hunerî hene ku nasnameyên pir cihêreng ên ku niha li ser reqsa hevdem dixebitin pêk tînin. Ez ji nêzîkatiya wan a li hunerê û hilberîna wan a hunerî hez dikim û ez wan bi kêfxweşî dişopînim. Em giştî dibînin ku van demên dawî di gelek warên cûda de xebaten pir baş hatiye kirin. Dibe ku navên wan hîn ne di hişê me de bin, lê ya ku hatiye kirin teqez xuya dike. Her ku dîmen û avahiyên alternatîf zêde dibin, kêfa me bi qat zêde dibe.
Di warê Flamenko de, Manuel Linan, Rocio Molino, La Lupi, Marco Flores ... hene û navên ku ez hîn nikarim nav bidim hene, ku ez ji têgihiştina wan a huner û karê ku dikin re heyran im. Di heman demê de derfeta min hebû ku ez beşdarî ders û komxebatên hin ji wan bibim û min perspektîfên wan çêtir fam kir û ev min pêşve xist û hêj jî pêşdixe. Bawerim dîsa cihê wê hat: Ji xwe dawiya pêşkeftinê tune ye...
"Êş, serhildan û şahiyên me yên hevpar hene" 
• Rojeva welat, aloziya siyasî, helwestên siyasî bandorê li hunera we dikn?
Ma dibe ku bandor nekin! Li gorî min, siyaseta kesek helwesta wê ya jiyanê ye. Ji ber vê yekê, ew di her nirxa ku em diafirînin de tê xuyankirin. Ew her tiştê ku di gotin û kirinên me de vedibêje û îfadeyê nîşan dide. Ez ne bawer im gelo ev raman dikarin ji erdnîgariya ku em lê dijîn serbixwe bin. Bi rastî, di serdema post Truth de û li cîhanek ku ewqas bi hev ve girêdayî be, em ne tenê rojeva welat, rojeva cîhanê jî, hildiberînin. Ma ew ne yek ji wan sedeman e ku axaftinek mirovan li deverên cîhanê dest pê kiriye pêl bi pêl li her deverê cîhanê belav dibe? Bi navê mirovahiyê, ewqas êş, serhildan û şahiyên me yên hevpar hene ku em li erdnîgariyên cuda dijîn û em dikarin bi dest bixin. Huner yek ji awayên herî xurt ên vegotinê ye. Ez ne bawer im ku gengaz e mirov huner û civakê ji hev cihê bifikire. Bi rastî, ger kesek îdia dike ew ji bo hunerê huner dike, ez dixwazim ku ew ji min re vebêje.
"Av diherike û ciyê xwe dibîne" 
• Demek berê, tango pir populer bû û her kes diçû kursên tangoyê, niha eleqeyek mezin ji Flamenko re heye. Der barê vê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Ez dibejîm bijî çanda gelemperî. Her çend populerbûnên wiha demkî ne jî ez difikirim ku ew jî pêşverû ne. Ew hem gel û hem jî qada Flamenko pêşve dibe. Bêguman, pêwîst e mirov rexneyên çanda populer a Adorno paşguh neke. Lê ez difikirim ku divê em van populerbûnan red nekin. Bila mirov hilberînin, biceribînin, rexne bikin û li ser biaxivin. Ez difikirim ku ev hemû hêja û arîkar in. Herî dawî, av diherike û cihê xwe dibîne ...
• Projeyên we yên pêşerojê çi ne? Hûn dikarin ji me re hinekî qala plan û armancên xwe bikin?
Bi rastî, pir hene lê hîn ne diyar e ku ez ê kijan kengê bikim. Berî her tiştî, bêguman me serdestiya mêran ji xwe re kiriye armanc. Dûre, projeyek heye ku ez dixwazim li ser koçberî û koçkirinê bikim. Ez van hemûyan ji Ozge Yilmaz re dibêjim û ew jî bi min re heman heyecanê parve dike û ev pir hêja ye. Ji ber ku karibin li ser xalên hevbeş bicivin hevkariya bi hev re pir berhemdar dike. Ez piştrast im ku ew stranan dibêje dê hemî raman û xebatê bigihîne gelek deverên din. Ji xeynî van, em bi Ozge re qala çend ramanên din dikin. Projeyek me ya 'tablo' heye ku em dem bi dem li ser disekinin û ew jî me bi heyecan dike. Yanî bi muzîk û reqsê re pêşandanek xweş e. Em hêvî dikin ku em ê li kêleka projeyên din li ser wê bixebitin.
"Her kesê ku bi hunerê re mijûl dibe bi tenê hat hiştin" 
• Piştî krîza Covid-19 çi li benda civaka hunerê ye? We ev pêvajo çawa derbas kir û hûn ê çawa derbas dikin?
Ez ne bawer im ku ew li benda tiştekî ye jî. Her kesê ku bi hunerê re mijûl dibe pir bi tenê hat hiştin. Haya me jê jî tunebû. Serdema heyî ya niha bi her awayî girîngiyê nade hunerê. Em dikarin viya pir zelal bibînin. Ji ber vê yekê, bêguman ew zêde girîngiyê nadin rewşa hilberînerên hunerê. Bêguman, di nav kesên ku huner hilberandine de, yên ku di hawirdora dîjîtal de derfet afirandine jî hene. 
Şanoger û muzîsyenên ku pêşandanên dîjîtal pêk tînin... Divê ez vê yekê jî bibêjim ku hemû van pêşandanên dîjîtal, ji bo min, bi temaşekirin û ezmûna li ser malperê re nayên berhevkirin. Bêguman, li derveyî tevahiya vê qada dîjîtal perçeyek pir cidî heye. Dibe ku projeyên hevgirtinê yên şaredariyan di vê wateyê de tevkariyek girîng dane lê em qala demek nêzikî sal û nîvek dikin û niha qadek hunerê ya ku bi giranî westiyaye heye. Li gorî min; wekî ku min berê jî got, ji ber ku qada ku ez pereyê xwe jê distînim rasterast ne qada hunerê ye, ez nikarim bêjim ku ez ji vî warî bi bandor bûm lê bêguman ez di warê çalakiyên hunerî de bi bandor bûm. Ez mecbûr mam ku xebatên xwe qut bikim. Berê ez hefteyê çar rojan dixebitim lê niha hema bêje sal û nîvek e nikarim bi rêk û pêk bixebitim. Şopandina çalakiyên hunerî hîn dijwartir bûye. Ez nikarim bi hevalên xwe yên din ên hilberîner re li hev bicivim. Ez dikarim bibêjim ku deverên ez xwe têr dikim hat rawestandin. Her kes di warê dîjîtal de ya ku ji dest tê dike û ez jî hewl didim heya ji destên min tê bişopînim lê ez dixwazim zûtirîn dem ji vê qada dîjîtal derkevim. Ez bêriya temaşekirina çalakiyên hunerî yên di cih de, zindî dikim û ez li benda wan kêliyan im ku hevdîtin.