"Ez bi deqên di bedena xwe de xweşiktirim"

Hedle Ebas ya 80`ê salî bi gelek rêbazan çand û hebûna xwe diparêze. Hedleya ku di çavan, çenge, gerden, dest û lingê xwe de xwedî deqe dibêje ku ew bi deqên xwe kêfxweşe û ew bi vî rengî mîrateya dayîk û dapîrên xwe diparêze.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Çêkirina deqan çandeke xwedî dîrokeke demdirêje ku jin û gelên kevnar yên hindosî, efrîqî, farsî, misrî, roman û hwd bi kar anîn. Bi demê re çanda deqan li ser asta cîhanî belav bûye û di jiyana jiyan de cihekî girîng girtiye. Deq di çanda gelê Kurd e jî heye, ji ber vê piraniya dayîkên kurd xwedî deqin. Di dirêjahiya dîrokê de jinan deq bi gelek rêbazan bi kar aniye. Du cureyên deqan hene, deqê reş û yê kesk. Deqên reş ji bo jinên gelek bedew dihat bi kar anîn da ku wan ji nezerê biparêze. Deqê kesek jî ji bo xemilandin û xweşik kirina jinan e. Her wiha zêdetirî 30 cureyên nexşan hene ku li eniyê, çav, lêv, çenge, gerden, di nava biryan de, sing, ling, tilî û destan tên çêkirin.   
Li Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê piraniya jinên ku temenê wan zêdetirî 50`e sale, xwedî deqin. Herî zêde jî deqên wan di çenge, poz, gerden û destan de çêkirine. Lê niha bi pêşketina teknelojiyê û pergala kapîtalîzmê re, ev çand gelekî lewaz bûye û ber bi tunebûnê ve diçe.
Hedle Ebas ya 80`ê salî ku bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, dema ku temenê wê 9 salbûn deq di çav, çenge, gerden, dest û lingên xwe de çêkiriye. Hedle Ebas tevî temenê xwe yê mezin heta roja îro jî bi rengekî çalak û balkêş xwedî li çanda xwe derdikeve.
Hedleyê jiyana xwe, deq û çawaniya wê ji ajansa me re parve kir.
Tûrê jiyana wê dewlemend e
Hedlayê di destpêkê de jiyana xwe wiha vegot: "Me li gund jiyan dikir, di wê demê de kar û barê çolê gelek zêdebû. Her wiha zarokên me jî biçûkbûn. Me pez û bizin kedî dikir, me jê dew, mast, penêr û hwd çêdikir. Her wiha me pale jî dikir, dema ku em caranan ji ber hazirkirina zarokan derneg diman, hevjîmê min şerê me dikir. Ji ber ku em li paleyê birçîdibûn, min şorbeya dan çêdikir. Ez biçûkbûm dema ku zewcîm, heta ku hevjînê min lekertiya rêjîma bass`ê bi dawî kir ez çend salan di qelen de mam. Ji ber vê ez 15`e salî zewicîm. 8 keçik û 5 lawên min çêbûn, lê keçikek û kurekî min jiyana xwe ji dest dan. Ez bi xwe ji gundê Dîkmedaşim, lê eslê me ji Bakurê Kurdistanê ye. Bavê min ji ber leşkertiya dewleta tirk derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, dayîka min jî bavê wê di seferberiyê de winda dibe, ji ber vê dapîra min dayîka min digre û ew jî tên Rojava. Pişt re dayîk û bavê min hevdû nas dikin û dizewcin. A niha mal û milkê me li Bakurê Kurdistanê ye, her wiha gelek gundên me jî wir hene."
"Ez xwe bi van deqan xweştir dibînim"
Hedleyê di domandina axaftina xwe bal kişand ser deqên xwe û got: "Dema ku deqên min çêkirin ez 9 salî bûm. Di destpêkê de çavên min çêkirin, ev jî ji bo ku dem ez çavên xwe kil bikim bighêjin hev. Pişt re jî bo ku rûyê min xweşiktir bibe, ji çenga min heta gerdenê deq kirin. Her wiha destên min jî spî bûn, ji ber vê ew jî bi deqên cur be cur ximilandin. A niha ez pîr bûme, lê dema ku ez ciwanbûm her kes hyrane destên min dima. Herî dawî jî li ser lingê min yê çepê deq çêkirin, dayîka min xwest ku li ser lingê min yê din jî çêbike lê ji ber ku çêkirina deqan gelek bi êşe ez riviyam û min nehîşt. Min tu caran kirêm ango boyax bi rû, por û nenûkên xwe nedaye. Ez pir û neynûkên xwe hene dikim, çavên xwe jî kilê sibhanî yê ku ez bi destên xwe çêdikim, dikim. Deqên berê wiha çêdikirin, îs û şîrê daîkan tevehev dikirin, pişt re bi pênêsê cihê ku bihata deq kirin nîşandibû. Herî dawî jî çend derzî bi hev re di nava îs û şîr de dikirin û destên me pê deq dikirin. Pir dêşiya û çend rojan jî diwerimîn. Paşê jî êdî rengê deqan kes-şîn dibin."
Mîrata deqên xwezayî ber bi tunebûnê ve diçe
Hedle Ebas di dawiya axaftina xwe çêkirina deqên bi riya cîhazan bi lêv kir û got: "Ez ne poşmanim ku min deq çêkiriye, ji ber ez dizanim ku ez bi riya van kevneşopiyan çanda xwe diparêzim. Her wiha ez her tim kiras û xeftan, meles ango şair li xwe dikim, her wiha çavên xwe kil dikim û bi vî rengî ji mal derdikevim. Nifşê niha deqên xwezayî hez nake, lê em dibînin ku her kes laşê xwe bi gelek rengan deq dikin. Ev li şûna ku xweşikiyê bide wan, wan nexweşik dike. Ji ber vê ez bi deqên xwe razî me û ez jê hez dikim."