Mîrgan Hecî ya ji Kobanê li Şampiyoniya Cîhanî ya Powerliftingê deng veda
Werzîşvana ciwan Mîrgan Hacî ya ji Kobanê, di Şampiyoniya Cîhanî ya Klasîk û Amûrên Powerliftingê ya li Efrîkaya Başûr hat lidarxistin de, di kategoriya bin 18 salî de 3 madalyayên zêr û madalyayeke zîv girt.
Navenda Nûçeyan – Werzîşvana ciwan Mîrgan Hecî ya ji Kobanê di Şampiyoniya Cîhanî ya Klasîk û Amûrên Powerliftingê ya li Efrîkaya Başûr hat lidarxistin de, 3 madalyayên zêr û madalyayeke zîv girt.
Di Şampiyoniya Cîhanî ya Klasîk û Amûrên Powerliftingê ya di rojên navbera 18-29’ê Tebaxa 2026’an de ji aliyê Federasyona Navneteweyî ya Powerliftingê (IPF) ve li bajarê Sun City ê Efrîkaya Başûr hat lidarxistin de, di kategoriya bin 18 salî de ket pêşbaziyên û 4 madalya girtin.
Mîrgan Hecî ya di pêşbirkên ku di 18’ê Tebaxê de pêşbazî kir, bidestxistina 3 madalyayên zêr û madalyayeje zîv di şampiyoniya cîhanê de bû xwedî serkeftineke girîng.
Mîrgan Hecî ya ku bi malbata xwe re li Reqayê dijî, di salên dawî de bi astên ku di şampiyoniyên herêmî bi dest xist jî bal kişand.