Ji qada şahiyê ber bi îdeolojî û makîneya baviksalariyê ve
Li Îranê, futbol êdî ne tenê şêweyek kolektîf a şahiyê ye; bûye amûrek ji bo çêkirina kelecanê, avakirina rêziknameya sembolîk û ji nû ve hilberandina nirxên baviksalariyê di nav pergala dewleta serdest de.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê, ne gengaz e ku futbol tenê mîna werzîş an jî şahiya kolektîf were hesibandin. Di çarçoveya desthilatdariya serdest de, lîstik û pîşesaziya wê bûye mekanîzmayek ji bo hilberîna heyecanê, avakirina rêziknameya sembolîk, pêşxistina neteweperestiya kontrolkirî û dîsîplînkirina bedenê. Ev mekanîzma dê hem hêrsê derxe û hem jî dabeşbûnê biafirîne û yekîtiyek çêkirî ava bike.
Rejîma Îranê ne tenê futbolê mîna amûrekê bi kar tîne. Her wiha kiriye rêgezek bingehîn a zimanê xwe yê temsîlî. Ji ber vê, her ku Kûpaya Cîhanê nêz dibe, maçên futbolê ji sînorên werzîşê derbas dibin. Ew, dibin merasîmên siyasî û hestyarî yên ku bi têgehên wek welatparêzî, ol, rûmet, mêranî û dijminên derve ve girêdayî ne. Ev pêvajo di salên dawî de ji ber bandora şer û krîzên navxweyî hîn bêtir eşkere bûye.
Di çarçoveya amadekariyên tîma neteweyî ya Îranê ya ji bo Kûpaya Cîhanê (FIFA) ya 2026’an de, ji ber zextên siyasî û ewlehiyê kampa xwe ya perwerdeyê veguhest Meksîkayê. Di heman demê de sefera wan a plankirî ya bo Emrîkayê, ji ber hesasiyetên li dora têkiliyên Îran-DYE û têkiliyên hesas ên bi Muhafizên Şoreşê re bûye mijara nîqaşên tund.

Veguherîna futbolê ji bo mîtolojiyê
Ji bo têgihîştina koka van rêûresman, pêwîst e mirov li kêliyên ku futbol li Îranê ji lîstikekê bûye efsaneyek binhêre. Maça Îran-DYE di Kûpaya Cîhanê ya 1998’an de ji destpêkê ve ji bûyerek werzîşî ya asayî derbas bû û di bîra kolektîf a Îranê de wekî yek ji bûyerên futbolê yên herî siyasî û sembolîk cih girt.
Medyaya navneteweyî gelek caran ev maç wek bûyerek ji futbolê wêdetir bi nav kiriye. Heman mantiq îro jî tê dubarekirin. Mîna ku sala 2022’an, di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026’an de bû. Maçek futbolê ya sade, bû qadek ku dijminatiyên jeopolîtîk lê têne vegotin, biçûkxistinên dîrokî tên telafîkirin û berxwedana neteweyî tê nîşandan.
Di vê çarçoveyê de, serkeftina werzîşî ne tenê destkeftiyek werzîşî ye, her wiha bûye sembolek û îdeolojîk.
Hilberîna nasnameya ‘Em’
Ji vê xalê û şûnde, futbol dibe amûrek ji bo hilberandina hesta ‘em’. Lê belê, ev ‘em’ ne civakek wekhev û berfireh e; pir caran civakek ku taybetmendiyên mêrên serdest e, hiyerarşîk e û dem bi dem jî êrîşkar hildigre ye.
Li Îranê, futbol bi awayekî dîrokî bi saziyên dewletê, medyaya fermî, federasyon û avahiyên ewlehiyê ve girêdayî bipêş ketiye. Bi rêya van têkiliyan, hikûmet dikare lîstikvan û rahêneran bike kesayetiyên siyasî û dema ku pêwîst be wan mîna hilgirên peyamên fermî bikar bîne.
Li gorî nûçeyên di medyaya navneteweyî de cih girtin, di dema şer de, hikûmeta Îranê hewl da bi merasîmên oxirkirinê yên tîma neteweyî yên li Tehranê hatin lidarxistin, futbolê wekî sembola yekîtî û hevgirtina neteweyî pêşkêş bike. Di heman demê de, rayedarên Îranî û Emrîkî bi eşkereyî li ser hebûna kesên girêdayî Muhafizên Şoreşê ne an ne di nav şandeya tîmê de nîqaşên aşkera hatin jiyîn. Ev mînak nîşan didin ku futbol ji qada lîstikê derketiye û bûye qadeke dilsozî û kontrolê.

Endezyariya kelecanê
Di aliyê sosyolojîk de, ev pêvajo ne tenê propaganda ye; di heman demê de ‘endezyariya kelecanê’ ye.
Weşanên televîzyonê, pêşandanên li kêleka qadê, pankart, sirûd û pîrozbahiyên golan hemû di nav vê aboriya sembolîk de dixebitin. Futbolîstên ku sloganên fermî hildigirin an sembolên siyasî nîşan didin bedenên xwe kirine amûrên veguhestina peyaman.
Di vê xalê de, bedenê werzişvanan ne tenê bedenk biyolojîk e; di heman demê de bedenek ku wateyên siyasî û sembolîk hildigre ye. Siyaseta serdest li vir ji mantiqa çanda navdariyê sûd digre. Li şûna ku rasterast bi civakê re diyalogê bike, bi rêya stêrkan diaxive. Li şûna ku hewl bide razî bike, ew coşa hestyarî diafirîne.
Karûbarê futbolê yê kontrol û tehliyeyê
Yek ji fonksiyonên herî girîng ên futbolê, di warê rêveberiyê de alîdayîn û kontrolkirina hêrsa civakî ye. Stadyum, her çiqas bûye cihên ku hêrsa qadên dirûşmeyan, di heman demê de wek meydanên ku bi rêya pîvanên lîstinê, rêziknameya siyasî ya heyî ji nû ve tê hilberandin tên dîtin. Di demên ku hikûmet ji diruşmeyên dijî hikûmetê bi fikar e de, maçan sînordar dikin an jî stadyuman di bin tedbîrên ewlehiyê yên giran de dihêle. Ev fikar di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û di demên din ên krîzên siyasî de bi awayekî zelal hate dîtin. Her wiha hikûmet stadyuman ji bo ku dîmenê ‘beşdarbûnê’ biafirîne bikar tîne. Mînakên wek sînorkirin û kontrolkirina hejmara jinên ku destûr tê dayîn li ser tribunan, ronîkirina hin wêneyan di medyayê de û sepandina polîtîkayên vekirina sembolîk hene.

Futbol û sazûmaniya mêrsalar
Li Îranê futbol ne tenê mêraniyê ji nû ve diafirîne, di heman demê de sazûmaniya baviksalarî jî ji nû ve ava dike. Bi salan, stadyum wek cihên mêrên serdest dihatin pênasekirin. Jin ne tenê bi qedexeyên ketinê, di heman demê de ji ber zimanê tribûnê, çanda dijûnan û normên zayendperest ji stadyumê jî dihatin dûrxistin. Çûyîna jinan bo stadyuman gelek caran ne wekî mafekî daîmî, wekî îmtiyazekî demkî ku bi şert û mercên ku ji hêla rêveberiyê ve guncaw têne dîtin de hatiye dayîn, hatiye pêşkêşkirin. Medyaya navneteweyî bi berdewamî ragihandiye ku gihîştina jinan ji bo stadyûman bi awayekî sînorkirî, gav bi gav û bi paşketinên dubare di nav salan de bipêş ketiye. Li aliyê din, werzişvanên jin ên neteweyî ji ber sîrûda neteweyî nexwendin ji aliyê hin dezgehên medyayê yên fermî ve wek ‘xayînên şer’ hatin hedefgirtin, têgihîştina ku divê bedenê jinê di xizmeta îdeolojiya fermî de be, eşkere dike.
Cudakariya etnîkî û helwest
Di nava vê sazûmaniyê de, gotarên zayendperest, nijadperest û cudakariya etnîkî jî derkevin holê. Li Îranê, stadyum wek li deverên din ên cîhanê, dem bi dem dikarin bibin cihên ku lê biçûkxistin û dûrxistin were hilberîn. Lê belê, li Îranê ev yek bi aloziyên etnîkî û siyaseta navendîparêz re bûye yek. Bi taybetî li dora klûba Traktor Tabriz, dem bi dem dirûşmeyên li dijî Kurdan û aloziyên etnîkî derdikevin holê, di heman demê de têkiliya klûbê bi saziyên dewletê re jî bûye mijara nîqaşê. Ev mînak nîşan didin ku futbol dikare li ser xetên şikestinên etnîkî û civakî seferberiya hestyarî zêde bike.
Ji amûra kontrolê heta qadên îtîrazê
Lê futbol ne tenê amûreke desthilatê ye. Carna dikare di hundirê xwe de qelişînê çêke û li dijî hêzên ku wê şekil dane bizivire. Alîgirên ku tê çaverêkirin ku xizmeta propagandaya fermî bikin, carna dikarin bibin meydanên ku sloganên dijî hikûmetê lê têne bilindkirin. Mînak dirûşmên ‘Bimre dîktator’ ku di nav temaşevanên Traktor de hatin bihîstin, bertekên rêveberiyê kişandin ser xwe. Rastiya ku lîstikvanên futbolê red dikin ku sirûdê bibêjin an jî protestoyên sembolîk li dar bixin, potansiyela futbolê jî nîşan dide ku ji çarçoveyek fermî derkeve.
Futbol: Perde û sehne
Li Îranê, divê futbol wek diyardeyek piralî were hesibandin. Li aliyekî, ew bi aboriya siyasî ya demên vala û birêvebirina raya giştî ve girêdayî ye; li aliyê din, ew bi psîkolojiya kolektîf, berbi hêrsê ve birin û têkoşîna li ser bedenan ve girêdayî ye.
Rêveberî hewl dide futbolê ji bo du armancan bikar bîne:
Ji bo hilberîna wefadariyê,
Rêvebirina bêaramiyê.
Ji ber wê, berî her Kûpaya Cîhanê, merasîmên oxirkirinê, sembolên neteweyî, vegotinên qehremanî û gotara ‘Îran li dijî cîhanê’ bêtir xuya dibin.
Lê belê, futbol di heman demê de wek qadek ku dikare dîmenê yekîtîya kontrolkirî ya ku rêveberî hewl dide biafirîne têk bibe dimîne. Dikare cudakariya li dijî jinan eşkere bike, krîzên rewabûnê eşkere bike û efsaneyên serkeftinê yên ku kesên li ser desthilatê dixwazin ava bikin lêpirsîn bikin.
Di encamê de, li Îranê futbol ne tenê lîstikek topê ye; beşek ji têkoşînek li ser ka mirov, bedenê wan û paşeroja wan çawa dê bên destnîşankirin e jî. Ji ber vê yekê, her Kûpaya Cîhanê ji bo hikûmetê ne tenê bûyerek werzîşî ye, di heman demê de ezmûnek domdar a kapasîteya wê ya kontrolkirina hêza xeyal û raya giştî ye.