Jinên çiyager li lutkeyan azadiyê hîs dikin
Jinên Çiyager ên Koye, dibêjin: “Jinên Koye ew fikrê ku civak dibêje çiyagertî tenê ji bo mêran e, şikandine û niha gelek çiyagerên jin ên Koye hene, berê xwe didin çiyayan û heta lutkeyê diçin. Çiyagertî hêza jinan zêde dike.”

ŞIYA KOYE
Koye – Çiya hesta îrade, xwezaya azadiyê dide mirovan. Li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê di 18’ê Hezîranê de li Navenda Ciwanên Koye, rêxistin û komên çiyager ên Koye bi amadebûna Nûnerên Tora, çiyagerên Kurdistanê û Federasyona Çiyagerên Kurdistanê, 11 kom û rêxistinên çiyager ên sînorê Koye, Navenda Çiyagerên Koye damezrandin. Di nav wan de du komên taybet ên çiyagerên jin hene. Beşdariya jinan a li çiyagertiyê, gavek girîng e. Her wiha ji bo başbûna derûnî û tenduristiya bedenî ji gelek baş e. Hestê azadiyê dide û ev cûrê werzîş di bihêzkirina jinan û bihêzkirina rola wan a di civakê de, bi bandor e.
‘Koma me di 2018’an de hatiye avakirin’
Mamosteya beşa Erdnîgarî ya zanîngeha Koye û seroka koma çiyagerên jin ên Koye Behre Reza wiha got: “Ji sala 2018’an ve koma me hatiye avakirin. Koma me ku tenê ji jinan pêk tê, li asta herêma Kurdistanê geştên çiyayî dikin û berê xwe didin lutkeyan. Wek lutkeya Helgurt û Sara û çend cihên din. Ez gelek kêfxweş im ku komek wiha hatiye avakirin, her kesê bixwaze dikare beşdar bibe. Koye yek ji wan bajaran e ku gelek komên çiyager tê de hene û ev jî wisa kiriye ku daxwaza navendek serbixwe bikin, ji bo di dema geştkirinê de destûra fermî ji navendê bigrin.”
‘Me astengî derbas kirin’
Behre Reza da zanîn ku Koye pêşengtiyê ji çiyageran re dike, du komên jinên çiyager hene û wiha got: “Di van koma de gelek jinên ku nexweşiyên wan ên derûnî û nexweşiyên wan ên din hebû, dema hatin gel me geşt kirin nexweşiyên wan baş bûn. Gelek daxwaz ji bo beşdarbûnê heye. Jinên Koye astengiya ku civak dibêjin çiyagertî tenê yê mêran e, şikandine. Mînak dema ku em mihrîcana çiyagertiyê dikin, em hemû jin bi kel û pelên xwe yên çiyagertiyê beşdar dibin. Hemû jinên li mal dikarin werzîşê bikin. Ji ber ku hemû werzîş girîng in, bi taybetî çiyagertî. Dema mirov dighê lutkeyê, gelek kêfxweş dibe û azadî tê hîskirin.”
‘Erka çiyageran, parastina jîngehê ye’
Mamostaya Peymangeha Werzîşê ya Koye û berpirsa çiyagerên rêxistina Oskar li Koye Nîgar Heme Mihemed têkildarî çiyagertiyê wiha got: “Rêxistina me di sala 2018’an de hat avakirin û destûra me heye û ji derveyî beşa fêrbûna kompîter, dirûtinê û karê dest, koma meya çiyager jî heye. Gelek çalakiyên me yên xizmetek baş ji bo jinên li bajarê me dike hene. Me piraniya cihên geştiyarî û çiya dîtine. Her wiha em beşdarî avabûna navenda çiyagerên Koye jî bûn û ez wek endamek yê navendê hatim hilbijartin. Girîngiya vê navendê ji bo xizmetkirina koma çiyageran û rêxistinên din dibin yek banê de bin. Berê jî me geşt dikir. Diviyabû me ji navenda federasyona bajarên din destûrê bigirta.”
‘Bila hemû jin beşdarî geştên çiyagertiyê bibin’
Nîgar Heme Mihemed da zanîn ku hemû kom ji bo jinan xizmetek baş dikin û wiha got: “Em wek koma çiyagerên Oskar û koma çiyagerên jinên Koye dema em têkelî xwezayê dibin, em kêfxweşiyê hîs dikin. Her derdê ku hebe, li van çiyayan dimîne. Erka çiyageran, parastina jîngehê ye. Her dema ku hûn geştê dikin, jîngehê biparêzin. Çiyagertî werzîşek ku ji hemû werzîşên din xweştir e. Çiyagertî ji bo jinan e, ji ber ku jin her tim di mal de ne. Ji ber wê peyama min ji bo jinan ew e ku hemû jin girîngî bidin xwe û beşdarî geştên çiyagertiyê bibin.”