Jinên çiyager ên Afganistanê xwe gihandine çiyayê Şaeforle

Ew çiyayên ku bi salan bûne cihê çeperên şer û latên wan ji bo wêrankirina bajaran bûne baregehên leşkerî. Îro çiyager ne ji bo şer, ne jî ji bo xwînrijandinê, ji bo nîşandana hêz û wêrekiya xwe berê xwe didin çiyayan û bi ser dikevin.

PERWANE KÎBRÎT
Kabîl- Yekem tima çiyageran a bi navê Hike Ventures Afghanistan li Avganistanê bi rêveberiya jineke wêrek xwe digihîne çiyayê herî bilind ê Baba bi navê çiyayê Şaefolad ku 5140 metre bilind e û bi ser dikeve. Rêvebirina tîmeke wisa ji aliyê jinekê ve cihê rêzgirtinê ye. Lê belê li welatê Afganistanê hêza jinan nayê dîtin û ji bo jinan sînorek mezin hatiye danîn. Ji ber wê yekê, ev tiştek balkêş û kirinek bi hêz e. Aqîle Haşimî yek ji wan jinên çiyager ên Afganistanê ye ku karibûye bibe rêvebera tîmeke mezin a ji 10 kesan (8 jin û 2 mêran) pêk tê. Karibûne xwe bigihînin çiyayê herî mezin ê Baban yê bi navê Şaefolad.
Aqîle ya çiyager di sala 2017’an de dest bi çiyageriyê kiriye, destpêkê bi tîma Qeçar dest pê kiriye. Piştî wê ji di sala 2020’an de bûye endama tîma Hike Ventures Afghanistan. Wê karibûye li gel vê tîmê xwe bigihîjîne çend çiyayên bilind ên Afganistanê ku çiyayê herî bilind çiyayê bi navê Nuşax li herêma Bedexşanê ye. Çiyayê Şah Fûlad li herêma Bamyan, çiyayê Salnak û çiyayê Penceşêr hene.
Aqîle diyar dike ku li gorî Çanda Zal di nava civaka Afganistanê de çiyagerî karê mêran e, bi vî awayî civak fêr bûye weke ku tenê ev werz ji bo mêran e û tenê mêr dikarin bibin çiyager. Ji ber wê jî di destpêkê de malbata Aqîle li dijî vê biryarê derketiye û xizmên wê yên nêz jî tiştên nexweş jê re gotine lê belê Aqîle guhê xwe nedaye van gotinan û di rêya ku dizanibû de meşiyaye. Heta niha çûye gelek çiyayan. Bi hêrsek mezin xwe gihandiye asteke wisa ku li gelek çiyayan bigere.
“Bila baweriya jinan bi wan were”
Ev çiyagera ciwan û serkeftî tenê birayê wê û hevalên wê piştgiriya wê kirine ku karibûye xwe bigihîjîne asta serkeftinê. Aqîle di peyameke xwe ya ji bo jinên Avganistanê wiha dibêje: “Bila baweriya we bi we hebe, tirsê ji derûniya xwe dûr bixin ew tişta ku hûn bizanin ji bo we û civakê baş e û bi sûd e wê bikin.”
“Bi destxistina serkeftinek wisa heyacanek mezin daye jinan”
Merziya Muhacir jineke din a endama tîma çiyageran Hike ventures Afghanistan ji ezmûna xwe gelek razî ye, bi xwe dibêje min sefera xwe ya destpêkê li gel vê tîmê dest pê kir armanca min ew bû ku bikarin xwe bigihîjînin çiyayên herî bilind û fetih bikim. Merziya der barê xwegihandina çiyayê Baba de wiha dibêje: “Hebûna gelek jinan di vê tîmê de û bi rêveberiya jinan, hesteke gelek xweş bi min re çêkir, ez gelek kêfxweş im ku min karibûye di demeke kurt de li gel metirsiyek zêde jî xwe bigihîjînim çiyayek ewqas bilind. Bi destxistina serkeftinek wisa heyacanek mezin daye jiyana jinan û bi îradeyek mezin dikarin piştgiriya xwe bidin.”
“Çiyagerî werzîşek zehmet û metirsîdar e”
Husyena Husên Zade yek ji endamên tîma çiyageran e der barê çiyageriya xwe de dibêje: “Nabe ku jin ji bo xwe sînoran dayne, ji ber em ji bo xwe çarenûsa jiyana xwe diguherînin û dahatuya xwe bi xwe ava dikin. Dema bi destxistina mafên xwe pêwîst e em têbikoşin û wê zincîrê divê em bişkînin. Çiyagerî werzîşek zehmet û metirsîdar e. Lê belê min îro karibûye li gel komek jin xwe bigihîjînim çiyayê herî bilind ê vî welatî. Ev jî nîşaneyek wisa ye ku jin dikarin ber bi esmanan ve jî bifirin. ”
Tîma Hike Ventures Afghanistan ji jin û mêran pêk tê. Ji derveyî fetihkirina çiyayê Şaefolad bi rêveberiya Eqla Haşim bi hev re bi samîmiyetek serkeftî karibûne xwe bigihîjînin çend çiyayên mezin û bilind ên Afganistanê bi ser bixin.
“Jin dikarin rêveberiyê bikin”
Eli Baba Fazil ku çiyagerek di bin rêveberiya jinekê de li çiyayê Şaefolad bi ser xistiye, der barê fetha dawî ya di bin rêveberiya Eqla Haşimî de dibêje: “Ew sefer herî zêde ji bo çiyayan bû encam bûye lê belê ev sefer pênc rojan domiya û gelek bi asanî bi rêk û pêk bi dawî bû. Bila piştgiriya jinan ji bo hev bidome û baweriya wan bi hêza wan hebe ji ber ku hemû jin dikarin ji mêran zêdetir tîmek jî û karê xwe jî bi rêve bibin.”
“Hêza jinan ji ya mêran zêdetir e”
Rehmet Ekber endameke din a vê tîmê ye, sefera xwe bi serkeftî xwe gihandiye çiyayê Şaefolad weke ezmûnek ji bo xwe pênase dike û dibêje: “Kesên ku jinan lewaz û nazik dibînin hene. Ez ji wan re dibêjim, ez bi xwe û bi hêza jinan bawer im û ji nêz ve dibinîm ku jin dikarin bibin rêveberên herî baş.”
Çiyagerî yek ji wan werzîşan e ku dewlet gelek girîngî didinê. Lê heta astekê qet piştgirî ji bo wan nedihat dayîn ji dewletê bigre heta Federasyona Çiyagerên Avganistanê jî piştgiriya vê tîmê nekiriye.