Jin tiştên dixwazin bi hêza xwe bi dest dixin

Ezmûna gelek werzîşvanan heye lê belê werzîşvanên ku tişta dixwazin nikarin bi dest bixin, bi lîstikên xwe dikarin bi dest bixin.

TERZE TEHA

Silêmanî - Şemam Şiwanî yek ji mamosteyên werzîşvanên koman û qadan e. Di sala 2007’an de dest bi werzîşê kiriye û di sala 2012’an de bi temamî bi lîstikên koman û qadan re eleqedar bûye. Şemam Şiwanî beriya ku bibe mamosteya werzîşê, werzîşvana hilbijarteya Iraqê û tîma pêşmerge bû.

Şemam Şiwanî di sala 2018’an de bû mamosteya werzîşê û niha jî mamosteya koman û qada tîma Sîrwan a nû ye. Di sala 2021’ê de du ji lîstikvanên wê li Tûnisê di pêşbaziyên Ereb de pile girtin. Asya Ezîz di pêşbaziya Ereb de pileya sêyemîn bi dest xist, listikvana din a bi navê Dêrîn jî di pêşbaziya Ereb de madalyaya zîv girt.

“Ger ji bo werzîşê piştgiriyek hebe ew e hîn zêdetir bi pêş bikeve”

Şemam Şiwanî rexne li kesên berpirsên werzîşê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li gorî min rewşa werzîşê paşve diçe, pêşketin heye lê belê piştgirî nîn e. Ger em li asta çalakiyan binêrin, em ê bibînin ku pêşketin heye. Ger piştgiriya madî û manewî hebe ew destkeftî di asta navxweyî, Iraq û derve de wê hîn zêdetir bin. Ger piştgiriyek ji bo werzîş tunebe berpirsyariya werzîşa jinan hîn zêdetir e. Li gorî salên borî asta pêşketina werzîşa jinan hîn zêdetir bûye. Lîstikvan li gorî hêza xwe antramamanên xwe dikin û malbat jî hîn zêdetir zarokên xwe yên keç teşwîqî werzîşê dikin. Ew ji bo min kêfxweşiyek e ku bi xwe weke lîstikvanak tiştên min nikaribû bi dest bixim xwendevanên min bi dest dixin. Ji ber nebûna piştgiriya madî û manewî ya ji bo keçan, mamoste, qad û lîstikvanan me aniye wê astê ku çalakî lewaz bibin. Ji ber wê dikarim bibêjim heta astekê werzîşa Kurdistanê li paş maye. Ji ber em wekî jin gelek ji werzîşê hez dikin, em berdewam dikin.”

“Partiyan dest daniye ser werzîşê”

Şemam Şiwanî da zanîn ku partiyan dest daniye ser qada werzîşê û wiha domand: “Ger ji bo werzîşvanên ku beşdarî pêşbaziyan bûne piştgiriyek hebe û qada werzîşê dûrî partiyan be wê werzîş ber bi pêşketinek baş ve biçe. Di dibistanan de giringî nadîn dersa werzîşê, di bernameyên dersan de hefteyê rojekê bûyîna dersa werzîşê pir kêm e û di zanîngehan de jî girîngî nadin werzîşê. Nebûna pergalek bi tendirust a werzîşê pirsgirêkek sereke ye û kes di taxan de girîngî nade riyên piskilêtê. Pergalek bi tendirust û rewşenbîrî hem di nava perwerdeyê de hem jî li zanîngehê bingeh negirtiye.”

“Xebata bi mamosteyek jin re gelek cuda ye”

Werzîşvanên Şemam Şiwanî yên her tim ked didin, dibêjin ew ê  her dem li gel mamosteya xwe bin. Dêrîn Bextiyar a yek ji werzîşvanên Şemame ye destnîşan kir ku hişmendiya mêr-serwerî li pêşiya werzîşvaniya jinan astengiyê ava dike û wiha got: “Em xwedî mamosteyek gelek baş in, di nava civaka me de gelek zehmet e ku jinek bibe mamosteya werzîşê, ji ber ku jin e û xwedî hêz e her tim rastî rexneyan tên.”

Asya Ezîz a xwedevana Şemam Şiwanî û sala borî di pêşbaziyên werzîşê de pileya sêyem bi dest xist wiha dibêje: “Li gel mamosteyek jin xebat gelek cuda ye, em li gel mamosteyên jin gelek kêfxweş in. Di aliyê xwendin, werzîş û zanîngehê de gelek piştgirî didin me.”