Jin bi werzîşên xweparastinê hedef dikin di turnuvayan de herêmên xwe temsîl bikin

Li bajarê Qamişlo yê BakUr û Rojhilatê SûriyeYÊ komek jinên ciwanan, di werzîşa xweparastinê de xwe pêşdixin, dixwazin di turnuvayên navneteweyî de herêmên xwe temsîl bikin.

ŞÊRÎN MUHAMED

Qamişlo- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqeya jinan ya ji werzîşê re zêde bûye. Jin bi gelek qadên werzîşê re eleqeder dibin. Yek ji van werzîşan jî werzîşên ku weke hunera xweparastinê tê zanîn qerete û tekvandoye.

Jinên ciwan yên bajarê Qamişlo bi werzîşên xweparastinê re eleqeder dibin, gotin ku hedefên wan beşdarbûna pêşbaziyên navneteweyî ne.

Armanca wê şampiyona cîhanê ye

Qeretevan û mamosta Bahiye Rezan diyarkir ku di 8 saliya xwe de ji bavê xwe yê mamostayê qereteyê fêr bûye û wiha got: “Ji ber bavê min mamosta bû, malbata min ez teşwîqî hunera qarete kirim. Ez beşdarî hemû antremanan dibim û hewl didim kêrhatî û hêza xwe hê zêdetir pêş bixim.” Bahiye Reza da zanîn ku dema bû 15 salî beşdarî pêşbaziyên di asta Sûriyeyê de dibe û divê pêvajoyê de 5 madalya digre û hedef dike beşdarî şampiyona cîhanê bibe  û bigihêje astên herî jor.

‘Pêşxistina zarokên keç gavek baş e’

Bahiye Rezan destnîşan kir ku jin hewl didin di her qadê de xwe pêşbixin û îşret bi wê yekê kir ku ev jî gavek baş e, hewldan û îradeya bi hêz ya zarokên keç di aktîvkirina rolên xwe di qadên werzîşê de giring e.

Bahiye Rezan derbarê giringiya fêrbûna zarokên keç ya hunera lêdanê de ev tişt got: “Teknîkên cûda yên parastinê, sûdê dide pêşxistina hêza fîzîkî, parastina nermbûnê. Hunera qeretê ne tenê ji bo xweparastinê, di heman demê de ji bo parastina tendirûstiya beden jî dibe alîkar.”

Bang ji bo zarokên keç û jinan

Fatîma Al-Huseyîn ya 14 salî da zanîn ku hê di temenek gelek biçûk de azweriya wê ji qereteyê re çêbûye û got: “Dema ez 7 salî min dest bi fêrbûna qereteyê kir û niha perwerdeya min berdewam dike. Piştevaniyên min ên herî mezin dayîk û  bavê min bû. Bi saya wan ez beşdar bûm, min xwe pêşxist û ez giham vê werzîşê. Ez beşdarî pêşbaziya komarê bûm û min pileya yekem girt. Ji ber ez fêrî kêrhatiya xwe ya jê hez dikim bûme û gihamê, malbata min rêzê li min digrin. Daxwaza min ewe ku jin û zarokên keç ên ku xwedî kêrhatî divê astegiyên li pêşiya xwe derbas bikin û xwe pêşbixin.”