Lîstîkvana jin a bîlardoyê di tekoşîna xwe de bi îsrar e
Lîstîkvana bîlardoyê Sindis El Şerîf a Lîbyayî tev hemû zehmetî û nebûna jêderên piştgiriyê jî xwe di pêşxistina lîstoka bîlardoyê de bi îsrar e û got ku ew ê di asta navneteweyî nûnertiya welatê xwe bike.
HÎNDIYE EL IŞÊBÎ
Benxazî – Lîstikvanên jin ên li Lîbyayî bi gelek astengiyan re derbas dibin û ev yek bandorê li pêkanîna wan ji werzîşê di hundir û derveyî welat dike. Ji ber piştgiriya wan nayê kirin gelek jinên werzîşvan ji beşdarbûna turnuvayên navneteweyî bê par dimînin. Lîbî Sindis El Şerîfyek ji wan jinan e ku lîstîka bîlardoyê dileyîze û ji ber piştgiriya guncaw di dema xwe de nehat pêşkêşkirin ji beşdariya lîstikên şampiyona Erebî ya Bîlardo û Sinoker ya sala 2024’an ku li Siûdiyê hat lidarxistin bê par ma.
‘Gelek jinên ciwan ji neçarî xwe ji lîstîkê kişandin’
Sindis El Şerîf di sala 2020’an de dest bi lîstika bîlardoyê dike. Piştî salên dirêj ji lîstina bîlardoyê bi riya cîhazên elektronîk û telefonan bi fermî di sala 2022’an tevlî Yekîtiya Giştî ya vê lîstikê dibe.
Sindis El Şerîf wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Tevî zehmetî û astengiyan û tev ku gelek jinên ciwan neçarî xwe ji lîstikê kişandin ez hîna di lîstina wê de berdewam dikim û ez ê nûnertiya welatê xwe di aliyên xwecihî û navneteweyî de bikim. Tevî ku jinên bi bîlardoyê dilîzin hene jî li Lîbyayê cihên taybet ku em werin perwerdekirin nîne. Ez û lîstikvanên din neçar dimînin di hundirê holên taybet bi mêran di dema sibehê de perwerdeya xwe bibînin ji ber em nikarin di her demê de derbas bibin. Her lîstikvaneke bîlardoyê bi keda xwe xwe fêr dikin."
Sindis El Şerîf bang li lîstikvanên Lîbyayê kir kir ku li ber xwe bidin heta bighêjin xeyalên xwe. her wiha diyar kir ku astengî çi dibin bila bibin divê teslîm nebin û xwe venekşînin. Sindis El Şerîf herî dawî bang li aliyên peywendîdar kir û got ku ji bo baştir encam werin bidestxistin girîngiyê bidin lîstika bîlardoyê û piştgiriya wê bikin.