Di werzîşê de serkeftinên Gade Husem

Lîstikvana werzîşê ya misrî Gade Husem li hemberî hemî astangî û zehmetiyan di qada xwe de bi serket. Li gorî Gadeyê werzîş pêşî li zewacê û dayikbûnê nagire.

NERMÎN TARIQ
Misir – Gade Husem di tîma Arîn Alahlî de wek parêzvana gogê cih digire, di bêhnvedanê de zarokê xwe dimijîne, her wiha amadekariya masterê jî dike. Gade dibêje; “Werzîş li pêşiya xwendin, zewac û dayikbûnê nabe asteng.” Gade Husema 27 salî ji ajansa me re li ser ezmûna werzîş û dayikbûnê axivî.  
Gade di 7 saliya xwe de tevli tîma futbolê dibe, di ezmûnan de serkeftî dibe û cihê xwe di tîma goga destan de digire. 
Sedema tevlibûna te ya tîma Alahlî çi ye?
Daxwaza min ew bû ku di beşa yekem de bilîzim, hestên pêşrojên serkeftî min hîs dikir da ku bi riya wê jî tevlî olempiya Ereb û Afrîqayê bibim. Di sala 2010’an de piştî tevlibûnê min xelat girt.
-Hûn çawa di navbera lîstik û rêwîtiyê de beşdarî tûrnûvayên navneteweyî dibin? Her wiha zarokekî we jî heye?
Kurê xwe di hemû rêwîtî û maçan de bi alîkariya dayika xwe bi xwe re dibim û di bêhnvedanê de wî dimêjînim. Ez rojek jî nefikirîm werzîjê biterikînin. Wekî gelek lîstikvanên li cîhanê ez jî xwedî zarok im û ev yek nabe astengî lewre werzîşa xwe her dem berdewam dikim.
Astengiyên ku piştî ducanîbûn û jidayikbûnê li pêşiya lîstikvanên jin dibin bend çi ne?
Astengî her hene, gelek caran astangiyên pê re dimînim dema zarokê xwe dimijînim, ya herî mezin qelsbûna alîkariya psîkolojîk û malbatî ne. Li Misrê jî ev li pêş e, berdewamiya min jî alîkarê min jî hevjînê min Ahmed Nebîl e. Ew endezyar û lîstikvanekî serkeftî ye di werzîşa têlbaziyê de. 
Astengiyên ku di navbera xwendin û werzîşê de we dîtiye çi ne?
Bêguman, bi gelek pirsgirêkan re rûbirû mam lê bi ser ketim. Daxwaza min ew bû ku piştî qedandina qonaxa amadekariyê, derbasî fakulteya arkolojiyê bibim, lê hezkirina min a ji el Alahlî re zêde bû ji ber wê tevli beşa perwerdeya werzîşê bûm. Ji ber ku li Qahîreyê ye min zanîngeh qedand û mastira xwe kir.
Pirsgirêkên ku lîstikvanên jin li Misrê dijîn bi gelemperî çawa ne û hêviyên we çi ne?
Navlêkirin û bêjeyên nexweş, ji bo bejna min a dirêj dibêjin. Bi navê dara xurmeyê bangî min dikin. Ev şêwaz dibe sedema dûrketina lîstikvanên jin. Hêviya min her ew e ku tîmeke jinan li Misrî bê avakirin, ji ber ku lîstûkvanên misrî yên serkeftî hene wekî Merwa Îd Abdil Melek û Rîhab Cimae lê belê rêveberiya Yekitiya Werzîşê ya Misrê bawer dike ku avakirina tîma jinan vala ye, ji ber ku bawer dikin wê rojekê ji bo zewacê dev jê berdin. Ji bo vê jî hemî alîkariyên madî didin tîmên mêran.
Li gorî baweriya malbatên Misrê werzîş rê li pêşiya zewacê digire hûn çi dibêjin?
Nêrîneke şaş e, di qada werzîşê de têkiliya civakî berferehtir dibe. Min û hevjînê xwe bi riya werzîşê hev nas kir û piştî zewacê, min berdewam kir. Dema ducaniya xwe di 2019’an de wekî lêkolîner min li zanîngeha Al-Kenedeyê kar dikir lê piştî welidandinê ez vegeriyam qada werzîşê
Zehmetiyên ku hûn di goga destan de dibînin çi ne?
Helbet zehmetî hene, di 2015’an de dema olîmpiyata Mexribê, di meslûka xaçparêz de birîndar bûm lê daxwaza min a serkeftinê mezin bû û tevî wan êşan min maç temam kir.
Hûn başdarî kîjan tûrnûvayan bûne û ji keçên Misrê re dixwazin çi bêjin?
Ez tevli tûrnûvaya Afrîqayê ya 2011’an li Borkîna Fasê û tûrnûvaya Ereban a li Mexribê 2013’an de bûm û dirûva siyemîn min girt. Ji bo jinên Misrê dawaza min ew e ku xwedî li hêviyên xwe derkevin û li hemberî zehmetiyan xwedî helwest bin.