Daxwaza lîstikvanên kareteyê her roj ji bo beşdarbûna şampiyoniyên cîhanê zêdetir dibe

Karete yek ji lîstikên herî girîng ên hunerên şer e ku bingeha akademiyê ye û xwestekek zarokên keç a mezin hebû ku bikevin vê qada lîstikê. Zarokên keç ên ku di vê lîstikê de gihîştine tîma neteweyî ya Lîbyayê hene û gerdenên zêr û şampiyoniya herêma rojhilat di lîstika karateyê de bi dest xistine û di nav wan de lîstikvana bi navê Sama El-Freîtes jî hebû ku ji bo tîma Lîbyayê berbijar bû.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Digel temenê xwe yê ciwan, rojane li hemberî civakê û Yekitiya Kareteyê rû bi rû dimînin ku lîstikê bidomînin û hewesa wan ji bo beşdarbûna tûrnûvayên Erebî û navneteweyî her roj zêde dibe. Xewna wan ranaweste heta ku xwe bigihîjînin cîhanê, ew şampiyonên karateyê li Akademiya Ruh a Werzîşê ya Bîngaziyê ne.
 Seroka Akademiya Ruh a Werzîşê ya li Bîngaziyê, Aida Ebû Galiah, dibêje: "Tevî berfirehbûna akademiya ku di sala 2018'an de hatiye damezrandin jî ew bi giranî li ser perwerdekirina keçên ji 5 heta 18 salî, disekine. Wekî werzîşên karete, jîmnastîka rîtmîk, avjenî û zumba ji bo keçên ciwan ên ku kîloyên wan zêde ne, digel bernameya perwerdeya wan a parêzvanek.” 
Aida Ebû Galiah diyar kir ku di heyama berê de, qada lîstika "Baleyê" vekirine lê daxwazek jinên ciwan li ser tunebû, ji ber ku çavên wan zêdetir ber bi jîmnastîka rîtmîk ve bû lewre ew çalaktir û enerjîktir bû lê bale pir hêdî ye. Jîmnastîka rîtmîk vê dawîyê ket Lîbyayê, ji ber vê yekê me xwest em tê de bi ser bikevin û rahênerên jin ên ciwan tê de perwerde bidin.
"Neheqiyek mezin zarokên keç ên ku van lîstikan dilîzin tê kirin"
Aida Ebû Galiah destnîşan kir ku karete yek ji lîstikên herî girîng ên hunerên şer e ku bingeha akademiyê ye û xwestekek keçên ciwan mezin hebû ku têkevin vê lîstikê. Jinên ku di vê lîstikê de gihîştine tîma neteweyî ya Lîbyayê hene û gerdenên zêr û şampiyoniya herêma rojhilat di lîstika karateyê de bi dest xistine û di nav wan de lîstikvana bi navê Sama El-Freîtes jî hebû ku ji bo tîma Lîbyayê berbijar bû.
Aida Ebû Galiah bal kişand ku neheqiyeke mezin li keçên ciwan ên ku van lîstikan dilîzin tê kirin û dema ku tûrnûva li derveyî Lîbyayê tên lidarxistin ew tên paşguhkirin, di nav de şampiyonaya kareteyê ya Afrîkayê ku jinên ji welatên cuda yên Ereb tê de beşdar bûn. Lê yekitiya kareteyê li vir tu keç ji Bîngaziyê neşand ku beşdarî tûrnûvayê bibin, mixabin li Lîbyayê hin zîhniyet hene ku keçên ciwan tune dibînin û xeyalên wan dişkînin. Lê em bi hemû hebûna xwe, li hemberî van zîhniyetan li ber xwe didin da ku hebûna xwe îsbat bikin û diyar bikin ku keç jî mîna xortan in û di gelek rewşan de ji wan çêtir jî dikarin karê xwe bikin..
 "Vîzyonek baştir ji bo pêşeroja zarokên keç di van hunerên şer de heye"
Li ser çawaniya rûbirûbûn û dijberiya van zîhniyetan, Aida Ebû Galiah wiha got: "Me yekitî guherand û kir yekitiya karete ya Lîbyayê ya yekgirtî, ji ber ku nêrînek xwe ya baştir ji bo paşeroja zarokên keç di van werzîşên şer de heye û di şampiyoniyên Ereb û navneteweyî de li ser wan behs dike. Bêguman zarokên me yên keç hene ku di vê lîstikê de bi rastî jî şampiyon in, lewre neheqî ye ku bi behaneya ku keç in, werin veşartin û rê li wan bê girtin ku beşdarî tûrnuvayên Erebî û navneteweyî bibin.”
Têkildarî temenê diyarkirî ya ji bo zarokên keçik di vê werzîşê de, dide diyarkirin ku der barê akademiyê de wek nû tên hesibandin û dibêje: “Me hê pênc sal derbas nekiriye, ji ber vê yekê, me di plana xwe de destnîşan kir ku em wê ramana ku ev werzîş bi temenek diyarkirî tenê sînordar kir û dema ku keç bigihîje temenê mezin, ew ê wan neke ji holê rakin. Em hewl didin ku dema zarokên keç digihîje temenekî bi prensîb wê wekî rahênerek amade bikin. Li Bîngaziyê di dîtina rahênerên jin ên di werzîşên wiha de, em rastî pirsgirêkek mezin tên.”
"Şampiyonên Lîbyayê di karateyê de û lîstikvaniya tîma neteweyî"
Li ser şampiyonên kareteyê jî dibêje ku bi amadebûna malbatên zarokên keç, wan bi şampiyona kareteyê ya Lîbyayê û lîstikvana tîma neteweyî Sama Suheyl El-Fraites a 16 salî re hevdîtin kiriye wê der barê ketina xwe ya vê lîstikê de wiha gotiye: "Min ji 10 saliya xwe ve dest bi lîstikê kiriye, û malbata min ez gelek teşwîq kirim ku ez wê bilîzim ji ber ku ez ji malbatekê me ku hemî ji werzîş hez dikin.”
Der barê zehmetiyên ku di dema lîstikê de rastî wê hatin de wê ev yek diyar kir: "Di dema perwerdeyê de ez zêde rastî zehmetiyan nehatim lê bi pirsgirêkek re rû bi rû mam. Ew jî dema ku min şampiyoniya Lîbyayê di lîstikê de bi dest xist û ez amade bûm ku di lîstika neteweyî ya Lîbyayê de bilîzim bû lê şampiyoniya Erebî ya zarokên keç ez bi xwe re nebirim ji ber ku ez keç bûm. Ev jî ji ber redkirina Yekîtiya Karete ya ji bo beşdarbûna turnuvayê bû ji ber ku ez zarokek keç bûm. Ruxmî ku ev 5 sal in ez kareteyê dilîzim lê rewşek min a wisa bi min re çênebû ku kêşe û îradeya min ji bo berdewamkirina lîstikê heta gihîştina şampiyoniya Erebî û cîhanî zêdetir kir.”
 "Ez ji vê lîstikê hez dikim û guh nadim gotegotên xelkê"
Ji aliyê din ve Lîstikvan Mîra Hesen Badî ya 13 salî der barê pratîka xwe ya vê lîstikê de wiha dibêje: "Ez beriya 5 salan ji bo ku xwe biparêzim û beşdarî tûrnûvayên Erebî û navneteweyî bibim, ketim qada lîstikê, zêdebarî ketina min a warê rahêneriyê di lîstikê de bû.”
Li ser zehmetiyên ku di dema lîstina vê lîstikê de rastî wê hatiye jî ew dibêje: "Her tim ji min re dibêjin ku ev lîstik ji bo xortên ciwan e ne ji bo keçên ciwan lê ez ji destpêkê ve ji vê lîstikê hez dikim. Ez beşdarî çend tûrnûvayan bûm û di hejmarek ji wan de serkeftî bûm. Ez bi riya tîma neteweyî ya Lîbyayê beşdarî tûrnûvayên Erebî û navneteweyî bûm.”
Mîra Hesen Badî şîret kir û got: "Divê zarokên keç ji werzişên ku hez dikin bikin, guh nedin gotinên xelkê û xwe ji torên civakî dûr bixin.”
Li aliyê din Batûl Sohêl ku temenê wê deh salî ye; li ser vê lîstikê dibêje: "Ez ketim vê lîstikê ji ber ku ez jê hez dikim û ez hez dikim xwe biparêzim. Ev sê sal in ez dilîzim û hêvîdar im wekî lîstikvan di vê lîstikê de berdewam bikim. Ez beşdarî çend pêşbaziyan li ser asta Bîngaziyê bûm.”
Biçûktirîn keça Lîbyayî ye ku kembera reş wergirtiye
Lîstikvana kareteyê û biçûktirîn keça ciwan ku kembera reş li Lîbyayê wergiritye , Amal EL-Equrî got: "Ez ketim vê lîstikê ji ber ku ez jê hez dikim û xalê min ez teşwîq kirim ku derbasî vê lîstikê bibim ji ber ku malbata min malbatek werzîşvan e.”