Nebata zehferanê û sudên wê
Zehferan nebateke bi bêhna xwe dişibe hingiv û pir buha ye. Cara yekem li Yewnanistanê hatiye çandin. Dîroka bikaranîna wê vedigere 3000 sal berê. Ji bo reng û tamxweşkirina xwarin, vexwarin û dermanan tê bikaranîn.
Navenda Nûçeyan - Zehferan nebata biharê ya herî biha ye li cîhanê. Rengê wê binevşî û zer e bi ser orenc ve ye. Bêhna wê dişibe bêhna hingiv lê tama wê tehl e. Cara yekem li Yewnanistnê hatiye çandin. Zêdetirî 3000 sal e ku di parfûmerî û dermanan de tê bikaranîn. Her wiha ji bo dermankirina zêdetirî 90 nexweşiyan hatiye bikaranîn. Ewropiyan di Serdema Navîn de, zehferan ji bo dermankirina enfeksiyonên nefesê, kuxik, serma û nexweşiya penceşêrê bi kar dianîn. Di serdema kevnar de herî zêde welatên ku zehferan diçandin Îran, Îspanya, Hindistan û Yewnanistan bûn. Piştre li çar aliyên cîhanê belav bû. Her wiha di van demên dawî de li Afganistanê jî zehferan tê çandin. Di serdema navîn û serdema nû de jî Îran wekî yek ji mezintirîn welatên hilberînerê zehferanê tê hesibandin.
Bandora wê ji bo nexweşiyan
Zehferan ji bo reng û tamxweşkirina xwarin, vexwarin, zanist û dermanan tê bikaranîn. Ji bo dil û kezebê pir baş e. Her wiha ji bo dermankirina êşa zik û sivik kirina êşa jinan a mehane tê bikaranîn. Gramek ji zehferanê dema ku di nava lîtreyek av de were kelandin û piştî ku sar bibe were vexwarin pir sûda wê heye. Lê dema ku zêde were vexwarin, dibe ku bibe sedema mirinê.
Li gorî lêkolîneran zehferan ne tenê pêşiya çêbûna tîmorên penceşêrê yên nû digire, dibe sedem ku tîmorên heyî jî biçûk bibin û biçin û bandora kemoterapiyê zêde dike. Ji bo bidestxistina 500 gramên zehferanê, hewce dike ku bi kêmî 70 hezar kulîlkên wê werin çandin. Her wiha dema ku zehferana hişk dibe wezna wê pir kêm dibe, ji 25 kîloyên wê yên şîn tenê nêzî 5 kîlo dimîne.