Giyayê xwedî bêhn û çêjeke xweş: Pirpar
Pirpar, giyayekî wisa bi bereket e ku havînê di nava parêzan de şîn dibe û di demek kurt te her kemek wê nêzî mîtroyek li derdora xwe belav dibe. Qurmê wê di erdê de ye şaxên wê li erdê belav dibin. Ev giyayê ku hem bêhna wê pir xweş e hem jî bi av û tahmxweş e, ji bo paqijbûna xwînê mûcîzeyek e.
Navenda Nûçeyan - Li gorî lêkolîneran Pirpar ji bo serêş û êşên çavan baş e û bandora wê ya qulipandina sefrayê heye. Heke li ser sorbûnên çerm û peçivînan bê danîn, wê arîşeyên wan hilîne. Heke bi şerabê ve bê tevlihevkirin û pê ser bê şûştin, wê edavên çermê serî û werimînên wê hilîne. Heke wek şurûbê (şerbetê) bê vexwarin, wê arîşeyên edavbûnên kezebê hilîne, vereşandinên sefrayê bisekinîne û şehwetê kêm bike. Heke ava wê ya xwerû bê vexwarin, wê edavên nav gurçikan biherikîne û bavêje der. Pirpar êşên gurçik û mesaneyê ji holê radike, birînên wan dikewîne, sotinên rehîman dadixe. Xwînbûna memikên bawesîrê dibire, heke bê qelandin û xwarin îshalê (virikê) dibire.
Li nava bexçeyên sebzeyan şîn dibe
Pirpar hêşînahiyek giyayî û bêar e. Di nav parêzan de (baxçeyên sebzeyan) de xwe bi xwe di meha hezîran û tîrmehê de çêdibe û wekî zerzewat tê xwarin. Giyayek pirsalane ye. Qurmê wê xwe bera erdê dide, bi qasî mîtroyekê dirêj dibe, bejna wê jî heta 30 cm. bilind dibe. Belgên wê bê dûxûk, kesk û hêkanî, bi goşt û piravî ne. Belgên wê wek qevdikan bi hev re ne û ji mehên Tîrmehê heta Îlonê vedibin. Rengê wan zer, eflatûnî yan jî peyazî ye. Ew kulîlk paşê dibe qebsûl û di nava wê qebsûlê de gelek bizirên biçûk û rengê wan reş hene.
Welatê ku pirpar lê çêbûye Asya ye. Ji wir ji aliyê teyran û ba û babelîskan ve derbasî welatên din bûye û li her welatî hêşîn dibe. Dîroka wê nayê zanîn lê ji ber ku di nav baxçeyên sebzeyan de xwe bi xwe şîn dibe, mirov dikare bibêje hema hema wekî ya hemû sebzeyan e. Ji berê ve ji aliyê medeniyetên Asyayê ve wekî sebze û dermanên xwecihî tê xebitandin. Lê welatiyên Amerîkayî wê naxwin.
Kêrhatî:
Ji bo xwînbûna aşik (mîde), rûvik û destava bi xwîn bi fayde ye. Xwînê paqij dike û gemarên tê de davêje der. Bedenê hûnik dike. Tîbûna nexweşên şekir dişkîne. Destava biçûk diqulipîne. Qebizbûnê ji holê radike. Nexweşiyên ji xalikê tên ji holê radike. Ji bo bêxewî, westiyan, hêrsbûn û betilîna zêhn bi fayde ye. Ji bo avêtina kurman dibe alîkar. Heke bê herişandin û li ser serî bê danîn, wê êşa serî bibire. Heke bê kutandin û li ser sorbûn û edavan bê danîn, wê wan ji holê rake.