Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê: Peyman encama têkoşîna jinan e

Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen têkildarî peymana di navbera HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de got: “Peyman encama berxwedana 15 salan a gelan e ku jin pêşengtiya wê dike.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di 8’ê Çileyê de, ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwedî derketina li av, ax û enerjiya xwe li dijî êrîşên dewleta Tirkiye berê xwe dan Bendava Tişrînê. Ev berxwedana gel di roja xwe ya 66’an de didome. Li gor daneyên desteya Tenduristiya Îdareya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava du mehên bûrî de ji ber êrîşan 25 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan û 221 hemwelatî jî birîndar bûn. Di 10’ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de peymanek ji 8 xalan pêk tê hate îmzekirin. Di beşa li hevkirinê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd dibe civakek bingehîn a Sûriyeyê ye û mafên hemû pêkhateyan dê bê parastin. Di vê peymanê de rola jina gelek e û vê berxwedan û têkoşîna jinê beşek girîng a pirsgirêka aştiya li herêmê ye.

‘Berxwedana gel didome’

Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Roza Hesen diyarkir ku berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê ev çend mehe didome, divê berxwedanê de Kongra Star û Rêveberiya Xweser rolek girîng dilîzin. Roza Hesen got: “Ew berxwedana li Bendava Tişrîn ji aliyê jinan tê meşandin, berxwedana sedsalan a jinên Kurd li herêmê, berdewamiya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Niha jin li Bendava Tişrînê piştevaniya QSD’ê û herêma xwe dikin. Gelê berxwedêr ê Rojavayê Kurdistanê li dijî dijmin disekine. Ev zêdeyî 60 rojane li Bendava Tişrîn gel li berxwe didin. Ew destkeftiyên Gelê Kurd li Rojava bi dest dixwin, ne tenê berxwedana zêdeyî 60 rojane ya Bedava Tişrîn ye, berxwedana zêdeyî 15 salan e. Ev berxwedan û têkoşîna jinan bû sedem ku plana navnetewî li dijî herêmê têk biçe.”

‘Destkeftiya têkoşîna jinan e’

Roja Hisen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin li Rojavayê Kurdistan nîşanî tevahî cîhanê daye ku hêza jinê ya şer, pêşîlêgirtin û pêkanîna aştî û parastina netewî heye. Li Rojavayê Kurdistan di peymana hatî îmzakirina de amaje bi wekheviya gelen dike û destkeftiyek girînge ji bo hemû beşên Rojavayê Kurdistanê. Ev şoreşe zêdetirî 15 salen e gel bi fikrê aştî şer dike, niha ev peyman tê bicih kirin. Êdî ev peyman nîşan dide ku gelê Rojava bi şer re najîn. Bi taybet û bê cûdahî netew li ser xaka xwe dijîn. Îradeya jinan di şerê li Rojavayê de girîng û destkeftî bû. Desteya kar û barê derve ya rêxistinê jin encam didin. Her wiha di tevahî şerên din de jin xwedî biryardayînê û aştiya li herêmê ne.”