‘Tu pêşketin li Îraqê pêk nayê ger ku jin di siyasetê de ne xwedî misyon be’
Çalakvanên jin ên Îraqî, derbarê rola jinan û beşdariya wan a di qadên siyasî de gotin ku "Tu pêşketin li Îraqê pêk nayê ger ku jin xwe bipêş nexe û di qadên siyasî de ne xwedî misyon be."

RECA HEMÎD REŞÎD
Îraq – Piştî hilweşîna rêjîma Baasê ya di sala 2003'an de ku beşdariya jinan di parlementoyê de wê demê kêmtirî ji sedî 10 bû, jin di nava partiyên siyasî de cih girtin. Niha li parlementoya Iraqê kotaya beşdariya jinan ji sedî 25 e. Lê belê hê jî jin di asta tê xwestin de nikarin di qada siyasî û mercên biryargirtina yasayan de cih bigirin. Jinên Iraqî derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ku divê jin di qada siyasî de bêtir hebin.
Endezyar û cîgira berê ya Meclîsa Îraqî û Seroka Tevgera Sivîlên Netewî Şirûq El-Bayîcî derbarê tecrubeya xwe ya siyasî ya li Îraqê de destnîşan kir ku tevî hebûna jinan a di nava gelek partiyan de, dîsa jî jin bi kêşeyan re rûbirû dimîne û ev kêşe wiha anîn ziman: “Herî zêde bi kêşeya feraseta bavsalarî re ku dixwaze hebûna jinê diyar bike, rûbirû dimîne. Jinên di nava partiyan de jî divê pabendî doza partiyê û serokê wê bin, eger nebe wê zehmet be ku li berxwe bidin. Rastiya civakî, fikra beşdariya jinan a ji erkên siyasî re ne ji bo sedemên civakî, ji ber ku partî ji têgeha xwe ya rast a siyasî dûr ketine qebûl nake. Ev yek jî dibe bend li pêşiya beşdariya jinê ya di nav siyasetê de. Tevî van kêşeyan tecrûbeya min di tevgera sivîlan de cuda bû. Min tê de piştevaniya jinan dikir û ez bi vê tecrûbeya xwe serbilind im.”
Piştî nivîsandina destûra 2005’an beşdariya jinan a siyasî
Parêzer û cîgira berê ya Meclîsa Nûnerên Îraqî Rêzan Şêx Dilêr da zanîn ku piştî nivîsandina destûra 2005'an beşdariya jinan a siyasî baştir bûye û wiha got: "Piştî vê destûrê beşdariya jinan a di warê siyasî de, bû beşek ji sîstema siyasî. Ew jî bi riya sîstema Kotayê ya ku beşdariya jinê bi rêjeya ji sedî 25 dikare di nava xebatê de cîh bigre, pêk tîne. Ji ber vê yekê gelek partiyên siyasî neçar man ku di nav alîsteyên hilbijartinê de cîh bidin jinan da ku di hilbijartinan de biserkevin û derbasî Meclîsê bibe. Li herêma Kurdistanê jî ev yek pêk hat. Ji sedî 30 nûnertiya jinan di siyasetê de heye. Ev gavek erênî bû ji bo ku partiyên siyasî beşdariya jinan di warê siyasî de aktîf bikin."
'Pêwîstî bi avakirina partiyên jinan heye'
Rêzan Şêx Dilêr derbarê rola jinan û hebûna wan a di nava partiyên siyasî de jî diyar kir ku jin di ofîsên siyasî yên partiyan de hene û rolek wan a girîng di warê sekreteriyê de heye. Rêzan di vê mijarê de wiha got: “Ji bo aktîfkirina rola jinan a di partiyên siyasî de, pêwîstî bi avakirina partiyên jinan heye. Avakirina van partiyan jî ji ber kêm piştevaniyê zehmet e. pêwîst e ku jîngehek bi ewle ji jinan re di nava partiyên siyasî de bê avakirin û ev jîngeh ji tundî û destdirêjiyê dûr be. Ji ber ku gelek jin ji bo parastina rûmeta xwe beşdarî xebatên siyasî nabin. Divê beşdariya siyasî ya jina Îraqî xurtir bibe û herêm bi nêrîna jinê were rêvebirin.”
'Tevî hebûna zagonan rola jinan di siyasetê de kêm e'
Endama Hevbenda Jina Îraqî Intîsar El-Meyalî destnîşan kir ku beşdariya jinan a di warê siyasî de, her çiqas piştî 2003'an bandorek erênî ava kiriye jî ev ne têrker e û jin hê jî li cihên biryargirtinê cih nagirin. Intîsar El-Meyalî got: “Têgehek cuda li gel jinên ku girîngî didin xebatên siyasî heye. Ew beşdarî karê rêxisitnên civaka sivîl bûn û rola xwe di zanekirina civakê de lîstin. Gelek kêşeyên ku jin rûbirû dimînin hene, yek ji wan jî bandora mîrata civakî ya berovajîkirî û qalibên hişk in. Bihêzkirina aborî ji bo beşdariya siyasî ya jinan, gelek girîng e. Tevî hebûna zagonên ku karê partiyan birêxistin dikin jî, di warê beşdariya jinan de lawaz dimînin."
'Tu pêşketin bêyî pêşketina jinê li Îraqê wê pêk neyê'
Ji bo xurtkirina beşdariya siyasî ya jinan Intîsar El-Meyalî gavên girîng bi lêv kir û wiha got: "Gavên ku divê bên avêtin pêşxistina siyasetên navxweyî yên ku alîkariya jinan dike ye. Guherîna zagona partiyan ku tê de metnek eşkere pêk bê û bihêle partî kotayê wek tedbîrek veguhêz qebûl bike. Teşwîqkirina medyayî ji bo balê bikşîne ser mijarên girîngiya beşdariyên siyasî yên jinan. Tu pêşketin li Îraqê pêk nayê ger ku jin xwe bipêş nexe û di qadên siyasî de ne xwedî misyon be."