“Divê dewleta tirk li dadgehên navnetewî bê darezandin”

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Rojava de got: “Pêwîst e dewleta tirk wekî dewleteke sûcdar bê dîtin û li dadgehên navneteweyî bê cezakirin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Dewleta tirk ji kîna têkçûna di her operasyon, proje û lîstikên xwe yên ji bo dagirkirina axa Sûriyeyê, hewl dide tolê hilîne. Tu çare jê re nemaye ji bilî hedefgirtina sivîlan ji bo ku şerekî taybet û tirsê di nav civaka Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de bide avakirin her roj bi balafiran êrîş dike. Dewleta tirk bi riya balafirên keşfê yên bêmirov (Drone), li seranserî herêmê êrîş dike, sivîlan hedef digre û di encamê de birîndar û şehîd çêdibin ku piraniya wan zarok, jin û ciwan in. Ne tenê li herêmên Rêvberiya Xweser dewleta tirk binpêkirin û hovîtiya xwe dimeşîne, binpêkirinên li dijî sivîlan li herêmên din jî hene. Mîna Efrîn, Girê Spî, Idlib, Ezaz û Serê Kaniyê. Rojane li herêmên dagirkirî jin, zarok, pîr û kal û mêr tên qetilkirin, binçavkirin û revandin. Der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên ji me re axivî.

Jiyan Hisên got ku 11 sal in gelê Rojava di nav krîzê de dijî û ev krîz piştî dagirkirina dewleta tirk a hin herêman xirabtir bûye û wiha domand: “Ev 11 sal in Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav krîzek de ye. Rojane êrîş, qetilkirin û binpêkirin li ser vî gelî pêk tên bi taybetî bi destên dewleta tirk û çeteyên  girêdayî wê. Piştî dagirkirina axa Efrînê di sala 2018’an de her wiha Girê Spî û Serê Kaniyê di 2019’an de her ku diçe dewleta tirk êrîşên xwe girantir û dijwartir dike. Her dem me digot ku dewleta tirk leşker, jin, zarok û sivîlan dike hedef lê mixabin êdî xwezaya me jî ji hovîtiya wê xilas nabe û para xwe ji xirabiyê digre. Di heman demê de cihên me yên dîrokî jî tune û wêran dike. Piştî bidawîkirina DAIŞ’ê li Baxozê, rûyê dewleta tirk hat dîtin. Bêguman bi lehengiya hêzên me yên QSD, YPG, YPJ û hemî hêzên di bin sîwana QSD’ê de cihê xwe digirin dikaribûn berxwedaniyeke mezin raber bikin û DAIŞ’ê tune bikin. Em dikarin bibêjin ku êrîşa li ser Girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hezaran çeteyên DAIŞ dihewîne piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê terora wan, peyamek bû ku dixwazin careke din vê hêza terorê vejînin û ewlehiya herêmên em xirab bikin.”

Şerê bi balafirên keşfê û hedefgirtina sivîlan

Jiyan Hisên bal kişand ser stratejiya dewleta tirk a nû di êrîşa li ser gelê Rojava de û got: “Êdî hêza dewleta tirk nemaye ku bi hêzên me re rûbirû bibe lewma bi stratejiyeke nû ku ev jî şerê hewayî ye dest bi êrşîan kiriye. Şerê ku niha dike şerê balafiran û hedefgirtina sivîlan e ku bi balafirên keşfê yên bêmirov (Drone) li ser asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêlî bi kêlî digerîne û komkujiyan pêk tîne. Bi taybetî di sala nû ya 2022’an êrîş zêdetir bûne, gelek bûyerên biêş li navçe û bajarên me yên cuda wekî Zirgan, Til Temir, Tirbe Spiyê, Qamişlo û Kobanê çêbûn, di encama wan êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Şerekî herî giran li ser me tê meşandin, ji ber ku rê li ber dewleta tirk û çeteyên wê êdî hatiye girtin, ji bo vê yekê dixwazin bi rêbazên nû gelê Rojava tune bike.”

“Hukumeta Şamê berpirsyariya parastina axa Sûriyeyê bi cih nayne”

Jiyan Hisên da zanîn ku Hukumeta Şamê berpirsyariya parastina axa Sûriyeyê bi cih nayne, her wiha destnîşan kir ku krîza Sûriyeyê dê bi destên welatî û gelên Sûriyeyê were çaraserkirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ruxmî ku ev komkujî, êrîş, binpêkirin û bûyer li ber çavên cîhanê û saziyên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin tên kirin jî kes dengê xwe nake. Bi taybetî Hukumeta Şamê heta roja îro ji bo van herêmên ku parçeyek ji axa Sûriyeyê ne, berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Her dem dibêje ku Rêveberiya Xweser xwe parçeyek cuda ji Sûriyeyê dibîne, berovajî vê yekê ye ji ber ku em di hemû diyalog û hevdîtinên xwe de dibêjin pisrgirêka me ya Sûriyeyê dê di navbera aliyên Sûriyeyê de çareser bibe û tu hêzên din nikarin vê yekê bikin. Pêwîst e gelên Sûriyeyê li hev rûnin û hêza xwe bikin yek da ku bikaribin li hemberî dagirkeriyê bisekinin, ji ber vê yekê em dibêjin gere Hikumeta Şamê ji bêdengiya xwe derkeve.”

“Bila dewleta tirk ji herêmên me derkeve”

Jiyan Hisên bang li aliyên pêwendîdar kir ku dewleta tirk wekî dewleteke sûcdar bê hesibandin û di dadgehên navneteweyî de bê cezakirin û wiha bi dawî kir: “Bangewaziya me ji aliyên pêwendîdar re ew e ku ji bêdengiya xwe derkevin. Her wiha em daxwaz dikin ku dewleta tirk û çeteyên wê ji axa Sûriyeyê werin derxistin. Di heman demê de gere em destkeftiyên xwe biparêzin û helwesta xwe xurt bikin. Êdî bes e ji qirkirin, êrîş û talankirina cih û warê gelê Rojava re. Pêwîst e rê li pêşiya dewleta tirk were girtin û weke dewleteke dagirker bê dîtin. Her wiha divê ji ber sûcên ku kirine Tirkiye li dadgehên navneteweyî were darizandin. Di van deman de tişta girîng ew e ku em gelê Sûriyeyê hevgirtina xwe bi hêz bikin, yekitiya xwe ava bikin da ku em bibin bersiv ji dijminan re.”