Kampanyaya Sêşema Ji Darvekirinan re Na: Edaleta rastîn di rêzên darvekirinê de nayê zanîn

Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na” di hefteya xwe ya 120’emîn de li 56 girtîgehan çalakiyên xwe didomîne. Kampanyayê tekez kir ku ji destpêka sala 2026’an ve di siya şer de, 23 girtiyên ewlehiya siyasî hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na” li 56 girtîgehan ji bo hefteya 120’emîn hat lidarxistin. Girtî jî ji ber nerazîbûna li hember polîtîkayên berdewam yên cezayên darvekirinê, di greva birçîbûnê de ne.

‘23 girtiyên siyasî-ewlehî hatin darvekirin’

Di daxuyaniya endamên kampanyayê de hat diyarkirin ku di bin siya şer de, ji destpêka sala 2026’an û vir ve 23 girtiyên siyasî-ewlehiyê hatine darvekirin. Her wiha tekez kir ku ji bilî darvekirina girtiyan, ji bo zilm û îşkencekirina malbatên wan, cenazeyên gelek girtiyên siyasî, di nav de 6 endamên kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”, radestî malbatên wan nehatine kirin.

‘Bi ferzkirina şerekî biyanî re çewsandinek berfireh li ser civakê pêk anî’

Daxuyaniyê destpêkê diyar kir ku di nav rojên dawî yên sala 2025’an de, dema ku gelê Îranê gav avêt da ku hikûmetê bi tevahî veguherîne, desthilatdariya dîktatorî, bi ferzkirina şerekî biyanî, karîbû di bin siya şer de bi awayek demkî tepeseriyek berfireh li ser civakê pêk bîne. Di bin siya şer de, ji destpêka sala 2026’an vir ve 23 girtiyên siyasî û ewlehiyê darve kirine. Ji bilî darvekirina girtiyan, ji bo zilm û îşkencekirina malbatên wan, cenazeyên gelek girtiyên siyasî, di nav de 6 endamên kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinê re Na”, Vahîd Benî-Amariyan, Pouya Ghobadî, Babek Alîpour, Ekber (Şahrux) Daneshvarkar, Mihemed Taghavî û Ebolhessan Montazer, 40 roj piştî darvekirina wan, hê jî radestî malbatên wan nehatine kirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du xwişkên Şehrux Daneshvarkar, Ezam û Ekrem Daneshvarkar, ku ji bo şopandina radestkirina cenazeyê birayê xwe serî li bijîşkiya dadweriyê dabûn, di 19’ê Nîsana borî de ji aliyê ajanên ewlehiyê ve hatin girtin û ji bo cihekî nenas hatin veguhestin. Ev pêvajoya nemirovane mînakek eşkere ya windakirinên bi zorê ye ku di meh û salên borî de di vê hikûmetê de xwedî dîrokek dirêj e.”

‘Gelek girtiyên siyasî di bin xetera darvekirinê de ne’

Di daxuyaniyê bal kişandin ser domandina meyla tepeserkirinê û wiha pê de çûn: “Bi berdewamiya vê meyla tepeserkirinê, hefteya borî, hikumdarên zordar ên Welayet- El-Feqîh sê girtiyên siyasî yên serhildana Çileya 2026’an Îbrahîm Dowlat Abadî, Mehdî Resolî û Mohemmed Reza Mîrî, li Zindana Wekîlabadê ya li bajarê Meşhedê darve kirin. Duh li girtîgeha Qezel-Hesarê giriyê bi navê Erfan Şakor Zada bi tohmeta sîxurtiyê hat darvekirin. Niha gelek girtiyên siyasî, nemaze yên ku vê dawiyê hatine girtin, di bin xetereyeke cidî ya darvekirinê de ne, di nav wan de Emîr Mihemed Zare, Mihemed Reza Ebdulahpûr li girtîgeha Qezel-Hesarê û Elî Pîşevarzade li girtîgeha Lakan li Reştê û girtiyên siyasî yên Belûç Edhem Narwyî, Ferşîd Hesenzaî, Huseyîn Şahuzhî, Nesimah Îslamzaî û Silêman Şahbexhş, ku di darizandineke niheq û nezelal de hatin darizandin.”

Tevî girtinê girtî rastî zextên pskolojîk û jiyanî tên

Daxuyaniya Kampanyayê balkişand ku di çend rojên borî de, herî kêm 100 girtiyên serhildanê bo Beşa 37’an, Yekîneya 3’emîn ya girtîgeha Qezle-Hezarê hatine veguhestin. Girtî li wir bi qerebalixiyê û nebûna pêdiviyên jiyanê yên bingehîn re rû bi rû ne. Piraniya wan bi tohmetên giran re rû bi rû ne û jiyana wan di xetereyek mezin de ye. Li gorî medyaya dewletê, hikûmeta zalim û sûcdar dest daniye ser mal û milkê bi dehan welatiyên xwepêşander û bi van awayên cûrbecûr ên tepeserkirin û darvekirinên bêhempa, dixwaze di civakê de atmosferek terorê biafirîne, dibe ku ji bo demekê jiyana xwe dirêj bike. Lê berxwedan û serhildana gel û ciwanên wêrek ên Îranê di serhildan û zindanan de îspat kiriye ku ev hikûmet mehkûmî çûyînê ye û azadî û wekhevî ji her demê nêzîktir in.”

‘Kampanya bûye sembola berxwedanê’

Endamên Kampnyayê tekez kirin ku Kampanyaya “Sêşemên Ji Darvekirinê re Na” jî bi hemû hêza xwe di nav hevgirtina gelê hêja yê Îranê de ye heta ku cezayê darvekirinê were rakirin û Îran azad bibe û ev kampanya niha bûye sembola berxwedanê. Her roja kampanyaya “Sêşemên Ji Darvekirinê re Na”, ji bo wîjdanê kolektîf rojek jiyînê ye, rojek ku tê de bêdengiya mirinê dişkîne da ku qîrîna “jiyanê” bighîne guhê cîhanê. Em, endamên vê kampaniyayê, bawer dikin ku edaleta rastîn di qilûbeyên îdamê de çênabe; ew di dilên şiyar, di perwerdê û di dadgehên dadperwer de geş dibe.”