`Zimanê Kurdî mafê me ye, ne îmtiyaz`

Li dijî biryara hikûmeta demkî ya derbarê zimanê Kurdî de, xwendekarên Qamişlo meşeke nerazîbûnê lidarxistin û daxwaza parastina mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin.

Qamişlo – Li hemberî biryara hikûmeta demkî ya derbarê zimanê Kurdî de, xwendekarên Kurd nerazîbûna xwe nîşan didin û derdikevin qadan da ku mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayikê biparêzin.

Di vê çarçoveyê de, xwendekarên bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, ji Çerxereya Osman Sebrî heta pêşiya avahiya Rêveberiya Qamişloyê meşeke nerazîbûnê li dar xistin.

Xwendekaran di protestoyên xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku zimanê Kurdî beşek bingehîn a nasnameya wan e û tu biryareke siyasî nikare mafê wan ê zimanî û çandî ji wan bigire.

Li ser navê xwendekaran Viyan Mehmûd axivî û wiha got: “Em wekî xwendekarên Kurd ên Rojava, nerazîbûna xwe li hember biryara sînordarkirina dersên zimanê Kurdî tenê sê saetan di heftiyê de eşkere dikin. Em vê biryarê binpêkirina mafê xwendinê bi zimanê dayikê dibînin. Zimanê Kurdî ne tenê ders û materyalek e, ew nasname, çand, dîrok û hebûna gelê me ye. Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê were nasîn û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê misoger kirin.

Em bang li Wezareta Perwerdehiyê û Hikûmeta demkî dikin ku mafên zimanî û perwerdehiyê yên gelê Kurd nas bikin û mafên wekhev ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê re misoger bikin. Her wiha daxwaz dikin ku biryara sînordarkirina dersan were betal kirin, navên dibistanan bên parastin û mafên xwendekaran bên rêzgirtin. Em îmtiyazên taybet naxwazin, tenê mafên xwezayî û rewa yên xwe dixwazin. Yekîtiya xwendekaran hêza me ye, bi zanîn, yekîtî û aştiyê em ê mafên xwe biparêzin.

Bijî zimanê Kurdî!