Zêdetirî du meh in agahî ji jina Kurd Yelda Îmamdostî nayê girtin
Hat ragihandin ku ev zêdetirî du meh in jina Kurd a werzîşvan Yelda Îmamdostî li bajarê Esfehanê hatiye binçavkirin û heta niha ti agahî jê nayê girtin.

Navenda Nûçeyan – Zextên rejîma Îranê yên li dijî jinên Kurd didome. Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, di nûçeyek xwe de eşkere kir ku zêdetirî du meh in jinek Kurd a werzîşvan a bi navê Yelda Îmamdostî ya xelkê bajarê Îlanê ya Rojhilatê Kurdistanê ku li bajarê Esfehanê dijî, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku tevî hemû hewldanên malbat û hevrêyên wê, ti agahiyek li ser tenduristî û cihê ku lê tê ragirtin bi dest neketiye.
Her wiha hate diyarkirin ku beriya niha jî çend carean Yelda Îmamdostî ji ber çalakiyên siyasî û rexneyên li desthilatê dikir, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin. Di dema binçavkirinan de îşkenceya derûnî û fîzîkî lê hatiye kirin.
Yelda Îmamdostî di sala 1975’an de jidayîk bûye, xelkê bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê ye, dayîka du zarokan e. Yek ji werzîşvanên navdar ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Di gelek pêşbirkên di navbera parêzgehan de biser ketiye.