Servînaz Ehmedî ji bo piştgiriya Nasîm Simyarî dest bi greva birçîbûnê kir

Nivîskar û girtiya siyasî ya berê Servînaz Ehmedî, aşkera kir ku ji bo piştgiriya bi Nasîm Simyarî ya li Girtîgeha Evînê di greva birçîbûnê de ye, wê jî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Navenda Nûçeyan- Nivîskar, parêzvana mafên zarokan û girtiya siyasî ya berê Servînaz Ehmedî, ragihand ku ji bo piştgiriya bi girtiya siyasî Nasîm Simyarî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin re, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Servînaz Ehmedî, ragihand ku ger daxwazên Nasîm Simyarî heta 15’ê Cotmehê neyên bicîhanîn, ew ê tedawiya xwe ya dermankirinê jî rawestîne.
Hevgirtina jinan dîwarên girtîgehê derbas dike
Aktîvîsta jin Nasîm Simyarî ya di çarçoveya serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de hate girtin, di 12’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Evînê nameyek şand û ragihand ku wê ji bo hevgirtina endama civaka Bahaî ya Îranê Farîba Kemalabadî re, dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Nasîm Simyarî, di nameya xwe de bi bîr xist ku zêdetirê du salan bi Farîba Kemalabadî re li heman qawîşê maye û wê mîna "mamosteyek bi sebir, sembola mirovahî û xweşbiniyê" bi nav kir. Hefteya borî agahiya berdana Farîba Kemalabadî di nava jinan de bû sedema kêfxweşiyek mezin, lê piştî çend rojan hate ragihandin ku biryar hatiye betalkirin.
‘Rawestandina girtiyek hêvîdar, îşkenceya herî giran e’
Servînaz Ehmedî, di peyama xwe ya li ser hesabê xwe ya medyayê dîjîtal de ragihand ku dev ji dermanên xwe berdaye û beşdarî bexwedanê bûye û got: "Farîba Kemalabadî, deh sal di girtîgehê de ma û niha derbasî dehsaliya xwe ya duyemîn dibe. Dema min her care Farîba didît, serkeftinê wê ya li dijî girtîgehê hîs dikir. Rawestandina girtiya bi nezelalî û hêvî ye, îşkenceya derûnî ya herî giran e. Nasîm îro bi rêya telefonê got; Farîba xanim eşyayên xwe belavî hevalên xwe kiriye, porê xwe biriye û xwe ji azadiyê re amede kiriye. Lê piştre gotin ‘tehliye hat betalkirin’. Ev hevok, rihê jineke perçe dike.”

Servînaz Ehmedî, dilsoziya xwe ya ji bo Nasîm Simyarî bi van gotinan anî ziman: "Nasîm, jina ku berxwedanê herî baş dizane ye. Nasîm hevala min a herî nêzîk e, di vê tarîtiyê de yekane ronahiya min e. Dostaniya rasteqîn, li kêleka dostê xwe bûyîn e. Ji ber ku hêza me, yekîtiya me ye.”
‘Kêr gihîşt hestî’
Servînaz Ehmedî ya demek dirêj di girtîgehê de ma û heta niha tê dermankirin, diyar kir di mehên dawî de bi gefa berdana şertî hewl hatiye dayîn ku were bêdengkirin û wiha got: "Ez bi mehan bêdeng mam, lê êdî kêr gihîşt hestî. Nasîm perçeyek bedana min e.”
Berxwedana jinan didome
Li Îranê zext û binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyên jin didome û jin torên hevgirtinê ji dîwarên girtîgehê derbasî derva dikin. Greva birçîbûnê ya Servînaz Ehmedî, mîna xeleka nû ya berxwedana jinan a di girtîgehê de tê nirxandin.