Zarokên Sûdanî di bin xeteriya kêmxwarinê de ne

Neteweyên Yekbûyî bal kişand ku di şerê li Sûdanê didome de nêzî 3,7 mîlyon zarokên di bin 5 salî de di bin xetera kêmxwarinê de ne û ragihand ku hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne zêdetirî 11 mîlyon e.

Navenda Nûçeyan – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kirin li Sûdanê ji ber şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didome krîza mirovî ya li welat her ku diçe girantir dibe û nêzî 3.7 milyon zarokên di bin 5 saliyê de ji ber kêmbûna pêwîstiyên bingehîn bi xeteriyê re rû bi rû ne.

Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku krîza mirovîya li Sûdanê ku bi milyonan kes bi lez hewcedarê alîkariyê ne her ku diçe girantir dibe. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat xwestin ku ji bo hewcedariyên kesên ku ji şerê navxweyî yê li Sûdanê mexdûr bûne, destwerdana navneteweyî were xurtkirin, hat ragihandin ku gihandina xizmetên bingehîn ên wekî ava paqij, tenduristî û stargehê pir kêm bûye û binesaziya jiyanî ya li Sûdanê têk çûye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku îsal nêzî 3,7 milyon zarokên di bin 5 saliyê de di bin xetereya kêmxwarinê de ne û pêwîstiya wan a lezgîn bi dermankirina jiyanê heye û wiha hat gotin: “Ev zarok ji xwe ji ber birçîbûnê di rewşa bê parastinê de ne û ger di demekê kurt de xwe negihînin wan xeterî heye ji ber nexweşiyên pêşî lê dikare bê girtin li gor zarokên di emrê wan de 11 qat zêdetir be.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara kesên ji ber şer û pevçûnan li hundir û derveyê welat ji cih û warên xwe bûne zêdetirî 11 milyonî ye û li ser alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo peydakirina malzemeyên jiyanê û parastina kesên herî mexdûr sînordar in.