Kongra Star: Divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin

Meclisa Kongra Star der barê êrişên dewleta Tirk ên li seranserî herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Kongra Star bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku ji ber "sûcên şer" ên li dijî herêmê, hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star der barê êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî parvekir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berdewamkirina êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, îsrara wî ya li ser "siyaseta qirkirinê" li dijî pêkhateyên herêmê rave dike. Hate gotin, dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze destkeftiyên siyasî bi dest bixe û aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve.

Her wiha Kongra Star êrişên li ser şêniyan, zarokan û navendên tenduristiyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kir.

Li hemberî êrîşan banga mezin kirina têkoşînê

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk aloziya mirovî girantir dike û "terorê" vedijîne û li dijî projeya neteweya demokratîk û vîna gelan û jinan e.

Meclisa Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de li hember êrişan soz da ku têkoşînê mezin bike, destkeftiyên şoreşa jinan û pêkhateyan biparêze. Her wiha bang li jinan kir ku li hember êrişan, bibin yek. Meclisê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku ji ber "sûcên şer" ên li dijî herêmê, hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.