Dayikên Şemiyê: Pêwîstî bi aştiyek mayînde heye

Dayikên Şemiyê ji bo Bahrî Kaganaslan ê ku beriya 31 salan li Amedê dibin çavan de hat windakirin daxwaza edaletê kirin û diyarkirin ku ji bo aramiya hemû beşên civakê pêwîstî bi aştiyek mayînde heye.

Stenbol- Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin cara 1022’emîn li Qada Galatasarayê hatin bahev. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Gelek parêzvanên mafan tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Bahrî Kaganaslan ê di 29’ê Cotmeha 1993’an de li Amedê dibin çavan de hat windakirin pirsîn.

Metna çapemeniyê ji aliyê Sekretera Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Oya Ersoy ve hat xwendin.  

Oya Ersoy bal kişand ser niqaşên ku derbarê çareseriay pirsgirêka Kurd de bûne rojev û da zanîn ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re dê pêkanîna daxwazên rewa yên xizmên windayan pêk were û got ku tundî ne çareseriya ti pirsgirêkê ye, berovajî wê welat ji demokrasî û aştiyê dûr dixe û wiha got: “Ji ber vê yekê ji bo aştî û bextewariya hemû beşên civakê pêwîstiya me bi hawîrdora aştiyê ya mayinde heye. Di roja me ya îro de ku behsa derfeta aştiyê tê kirin, erka me ye ku em vê derfetê binirxînin û bi nêzîkatiyeke piralî, azadîxwaz û wekhevîxwazî pêvajoya aştiyê pêş bixin. Divê em niha ji her demê bêtir bi dengekî bilind bibêjin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka mafên mirovan e, pirsgirêka demokrasiyê ye û bi paşguhkirina wê demokratîkbûn ne pêkan e.”

Zexta cerdevankirinê li ser gundî û malbatan 

Oya Ersoy da zanîn ku dosyaya Bahrî Kaganaslan ku di 29’ê cotmeha 1993’an de li gundê Baroglu yê girêdayî Amedê hatiye girtin û êdî tu xeber jê nehatiye girtin bi raya giştî re parve dikin û got: “Bahrî Kaganaslan li gundê Baroglû yê navenda Amedê dijiya. Ji bo bibin cerdevan zextên giran li Malbata Kaganaslan û gundiyan hat kirin. Di 29'ê Cotmeha 1993'yan de bi şev saet di 01.30-02.00'an de li deriyê mala Kaganaslan xistin. Dema derî vekirin, rastî du jin û mêrekî hatin. Ev kesên ku xwe weke mîlîtanên rêxistinê didin nasîn xwarin xwestine. Pantorê kont û çakêtên çerm li xwe kiribûn û di destên wan de çekên lûle dirêj hebûn. Bi du maşînan hatin gund. Dema ku ew diçûn wesayîtên xwe, ji Bahrî xwestin ku wan ji kûçikên gund biparêze. Dema hatin ber wesayitê Bahrî li wesayitê siwar kirin û birin. Malbata Bahrî serî li Walîtiya Rewşa Awarte, Serdozgeriya Komarê ya Ewlekariya Dewletê, Serfermandariya Navendî, Fermandariya Alayê û Serdozgeriya Komarê daye lê bê encam man." 

Êdî xeber jê nehate girtin

Oya Ersoy di berdewama axaftina xwe de wiha got: “20 roj piştî bûyerê cerdevanên gundê Kuşlukbagi Nafiz Çelîk ji malbatê re got ku wî Bahrî li qereqolê dîtiye, di berdêla pereyan de dikare alîkariyê bide û ew tîmeke ji 4 kesan pêk tê û di nav wan de Kaptan Mîthat Gul jî heye. Naîf Kaganaslan ku li birayê xwe digeriya, bi Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî ya Amedê Kaptan Mîthat Gul re hevdîtin kir. Mîthat Gul jê re got, 'Heta ku hûn nebin cerdevan û gund nekin cerdevan, hûn ê Bahrî nebînin.' Tevî hemû hewldanên malbata wî jî dîsa ji Bahrî Kaganaslan tu xeber nehat.” Oya Ersoy di dawiyê de ev bang kir û got: “Êdî bes e, bila bêcezabûna 30 salan bi dawî bibe. Divê aqûbeta Bahri Kaganaslan bi awayekî bi bandor bê lêkolînkirin, sûcdar bên darizandin û cezakirin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Bahrî Kaganaslan bernedin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Piştî daxuyaniyê dayikan qurnefîl danîn meydana ku di binê dorpêça bariyerên polîsan de ye.