Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo alîkariya gelê Başûr bang kir

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, têkildarî karesata lehiyê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û banga kampanya alîkariyê ji bo gelê Başûrê Kurdistanê yê ji karesata lehiyê zerer dîtîn kir.

Navenda Nûçeyan – Li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê ji ber barana zêde û kareseta lehiyên, gelek zirar û ziyanên canî û madî çêbû. Di encama lehiyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, têkildarî karesatê daxuyaniyek weşand û banga kampanya alîkariyê ji bo gelê Başûrê Kurdistanê yê ji karesata lehiyê zerer dîtîn kir.

Daxuyaniya Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd wiha ye:

“Li hinek deverên Başûrê Kurdistanê karesatekî mezin a lehiyê pêk hat. Encama lehiyê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, hezar û 500 malbat bandor bûn û 500 malbat ji malên xwe bûn. Di serî de ji kesên ku di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin.

Wek Platforma Giştî ya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo gelê Başûrê Kurdistanê banga kampanya alîkariyê dikin. Di rojên tarî û karesatî de tu kes tenê nîne û divê nemîne. Ji bo wê, platformên parçeyên Kurdistanê yên girêdayî Platforma Giştî ya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd dest bi kampanyayê bikin. Em hêvîdarin ku ji her çar parçeyên Kurdistanê wê bi hestiyarî nêzîkatî derkeve pêş.”