Li Myanmarê li dijî nexweşxaneyê êrîş
Li Myanmarê artêşa ku berî 4 salan rêveberî girt destên xwe, nexweşxaneyek kir hedef. Di encama êrîşê de herî kêm 31 kes mirin.
Navenda Nûçeyan – Li Myanmarê ku welatê Başûr û Rojhilatê Asyayê ye, artêşa ku di Sibata 2021’ê de bi derbeyê dest danî ser rêveberiyê, beriya hilbijartinên di dawiya vê mehê de, êrîş zêde bûn. Şeva Çarşemê nexweşxaneya dewletê ya li bajarê Mrauk û bi balafirek leşkerî ya şer hatin hedefgirtin.
Xebatkarekî alîkariyê ya qadê got: “Heta niha mirina 31 kesan hatiye piştrastkirin û em difikirin ku zêdetir mirî hebin. Di heman demê de 68 birîndar hene û ev hejmar her diçe zêde dibe.”