Yekîtiya Jinên Ermen piştgirî dan serhildana jinan
Yekîtiya Jinên Ermen bi daxuyaniyekê cûreyên şideta ku li ser jinan tê meşandin û bi taybetî jî ji aliyê rejîma Îranê ve qetilkirina Jîna Emînî û ji aliyê leşkerê Azeybaycanê ve qetilkirina Anush Apetyan şermezar kirin.
Hesekê – Yekîtiya Jinên Ermen bi daxuyaniyekê nivîskî li Rojhilatê Kurdistanê qetilkirina Jîna Emînî û li Ermenîstanê qetilkirina Anûş Apetyan şermezar kirin û dan zanîn ku polîtîkayên li dijî jinan bi hemu kurahiya xwe berdewam e û li dijî van polîtîkayan banga yekîtiya jinên her çar aliyê cîhanê kirin.
Daxuyanî li gulîstana Rêber Abdulah Ocalan a li taxa Nasra ya li Hesekê ji aliyê Berdevka Yekîtiya Jinên Ermen a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Arbî Kisbiryan ve hat xwendin.
“Doh Hevrîn û Çîçek bûn, îro jî Jîna û Anûş e “
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her dû bûyerên ku pêk hatine rûxmê ku her yek li dewletekê cûda pêk hatiye lê her dewletek jî yek sîstem an go yek siyaset dide meşandin. Li dijî jinan şerekî qirêj tê meşandin. Dixwazin di şexsê jinan de civakê bikin koleyê xwe. Her tim hicet û bi navê ol û kevneşopiyan jinan didin qetilkirin. Doh Hevrîn Xelef û Çîçek bûn îro jî Jîna û Anûş e. Li dijî yekîtiya jinan û rêxistinbûyîna wan îro hemû dewlet xwe kirine yek û dixwazin îradeya jina azad têk bibin. Ev yek li ber çavê her kesî pêk tê û hemû jî bêdeng in. Em weke Yekîtiya jinên Ermenî rêxistina xwe xurt bikin û piştgirî didin serhildana li Îranê ku jin dan despêkirin. Îro em ê bi yekîtiya xwe kiryarên qirêj ku li ser jin û civakê tê meşandin têk bibin.”
“Em serhildana Îranê ya jinan pîroz dikin”
Berdevka Yekîtiya Jinên Ermenî a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Enahîd Qesebiyan tekez kir ku jin li hemberî pilanên qirkirinê bêdeng namîne û wiha axaftina xwe domand: “Sîstemên desthilatdar ji dema avakirina wê de êrîş û hemû cûreyên şidetê li ser jinan didin meşandin û yê ku qoralê wan pêk neyîne jiyana wan tune dikin. Ev tirsek xistibû nava civakê. Lê piştî Şoreşa Rojava jin li hemberî vê sîstemê derket û xwe birêxistin kir. Jinan ji bo bidestxistina mafê xwe li her qadên jiyanî cih girt û bû pêşeng bi taybet jina Kurd. Êrişên ku niha li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hemû jî li ser deskeftiyê jinan tê kirin. Û li her derê dixwazin jinan bikin koleyê xwe. Bûyera ku li Îran û Ermenistanê pêk hat ne bûyerek nû ye, beriya niha dewleta Osmanî û dagirkeriya tirk heman polîtîkayê meşandine û car din pêkanînên DAIŞ’ê yên li ser jinan jî di bingehê heman polîtîkayê de bû. Em serhildana Îranê ya jinan pîroz dikin û dibêjin em li pişta we ne. Dîwarê ku bi îradeya azad hat şikandin ne mumkine car din were çêkirin, em ê li dijî siyasetên qirkirinê heya dawî li kolanan bin û ji bo azadiya tevahî jinan em ê têbikoşin.”
Jinên Ermenî ji bo piştgirya serhildana Îranê hîcaban şewitandin.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.