Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes bê darizandin

Malbata Şenyaşar 564 roj in nobeta edaletê didomîne û xwest rayedaran dengê wan bibihîze.

Riha-  Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 564’emîn de ye.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin.

Bang li Wezareta Dadê ya Tirk kirin

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê fermî yê Wezareta Dadê yaTirkiyeyê etîket kir û ev parvekirin kir: “Helbet dê roja ku tava edaletê bilind bibe û poşmanî bên gotin, were! Dê hemû kesên ku bi guhdayîna talîmatên serweran dibin şirîkê vê zilme, bên darizandin.”