Yekemîn Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî berdewam dike

Kongereya yekem a Jinên Ciwan ên Êzidî ku weke besivdayîna ji hemû fermanan re hate pênasekirin û destgirin, bi nirxandinên li ser girîngiya rêxistina jinên ciwan, armanc û hedefa rêxistina jinên ciwan berdewam dike.

Şengal - Kongreya Jinên Ciwan ya Êzidxanê ku li Meclîsa Gel ya Şengalê bi diroşmeya ‘Di xeta Zîlan û Bêrîvanan de rêxistinbûnê ava bike û xiyanetê têk bibe azadiya Şengalê mîsoger bike’destpê kir, berdewam dike.

Peyama Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji kongreyê re ji aliya Koordînasyona TAJÊ’ê ve Riham Hicu ve hate xwendin. Di pêyama de Rêvberiya Xweser ya Şengalê de wiha hat gotin: “Em li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê  lidarxistina kongreya Jinên Ciwan a Şengalê pîroz dikin û em bi hêviya wê yekê ne ku jinên ciwan bi rêxistinbûna xwe ji bo civakekî azad pêşengtiyekî xurt bikin. Em li ser gotina Rêber Apo ya ku dibêje “Me bi ciwanantî destpê kir, em ê bi ciwanantî serkevin” dimeşin û pişta xwe bi ciwan û jinên ciwan rast dikin. ”

“Hemû serkeftinên li Şengalê, dibe striyek û di çavê dijmin de diçe”

Piştî xwendina pêyama Rêveberiya Xweser û rapora nirxandina xebatên jinên ciwan ji hêla beşdarvanên kongreyê ve rewşa siyasî hat nirxandin.  Di nirxandinên siyasî de li ser rewşa ku bi giştî li heremê û bi taybetî li Şengalê tê jiyîn wiha hat gotin: “Di hemû gavên ku ji bo xweseriya Şengalê tên avêtin, çavên hemû dijminên me li ser wan gavane. Lewma her sekeftinekî, her pêşketinekî me weke sitriyekî di çavên dijminên me ne. Di hemû êrîşên ku li ser şengalê pêşketiye, bi pêşengtiya hêza jin û jinên ciwan  mertalekî hatiye dayîn. Her wiha hikumeta kazimî û PDK’ê jî bi siyaseta şerê taybet zext li ser ciwanan dike.  dixweze bi siyaseta nerm dixwazin ciwanên me bandor bikin û bitirsînin. Lê ev yekî bi zanabûna ciwanên me negihîştiye encamekî. Hikumeta kazimî û PDK’ê bi hevpeymana 9 cotmehê 2020 an re dest bi êrîşên xwe yên vekirî li ser Şangalê kirin.”

“Peymana 9’ê Cotmehê bi armanca bê îradekirina civaka Êzidî ye”

Di berdewamiya nirxandinên siyasî de bal li ser peymana 9’ê Cotmehê hat kişandin û hate gotin ku ev peyaman ne nu ye, ev peyman bi salaye tê plankirin da ku îradeya civaka Êzidî bişkînin. Wiha  hate gotin: “Berê du sal ji imzekirina peymana 9’ê Cotmehê, hikumeta Iraqê û PDK’ê li hev kirin û dest bi plansaziya tunekirina îrade civaka Êzidî ku piştî fermana 2014’an de hatiye avakirin. Wan wiha difikirîn ku civaka Êzidî weke berê serê xwe ji wan re bitewîne. Ev êrîşan di hilbjartina dawî ya perlemana Iraqê de zêde xwe da pêş. Piştî di hilbijartinê de ne karîn di Şengalê de serkeftin bi dest bixin, rêbazên xwe yên veşartî veguhartin siyasetekî eşkere û ber çav.”

“Li Şengalê biser neketin berê xwe dan Êzidiyên di kampan de”

Di dirêjahiya nirxanidnên siyasî hate tespîtkirin ku îrade li Şengalê hatiye ava kirin ji hêza dagirkeran xurtir bû, lewma PDK’ê berê xwe da Êzidyên ku li kampên Başurê Kurdistanê de jiyan dikin û wiha pê de çûn: “PDK’ê bi hemû rêbazan nekarî li Şengalê serkeve û îradeya civaka me bişkîne, lewma Êzidiyên ku di kampên başurê Kurdistanê de weke kartekî bi kar tîne. Her wiha jinên ciwan yên ku li kampên başurê Kurdistanê de PDK’ê wan ji riya Êzdayetiyê derdixînin. Bê ku jinên ciwan bikevin ferqê de PDK’ê wan difroşe. Hemû şerên taybet di kampan de tê meşandin. Mixabin ji ber ku ciwan û jinên ciwan yên kampan ne perwerde kirî ne, lewma bi hêsanî tên xapandin û dikevin lîstokên dijmin.”

“Bi yekîtiya hêza jinên ciwan, serkeftina civaka me mîsoger e”

Di dawiya nirxandinên siyasî hate teqez kirin ku yekîtiya Jinên Ciwan dê hemû êrişên dagirkerî yên li ser jin û civaka Êzidî bê encam bike û wiha hat gotin: “Me di dîroka xwe de û di pratîka xwe ya îro  de jî me dît ku yên karîne planên dijmin rawestînin hêza jinên ciwan bû. Lewma ji bo em serkeftinekî mezin bi dest bixin pêwîstiya me bi yekîtiyekî xurt heye. Ev yekîtî wê di vê kongreyê de pêşbikeve û mezin bibe.”

Yekemîn kongreya jinên ciwan ên Êzidî wê piştî nîvro berdewam bike.