Yekem dadgera jin a Afrîkî -Amerîkî Kitangi Jackson li Dadgeha Bilind sonda destûrî xwar
Parêzer Kitangi Jackson di dîroka Dadgeha Bilind de bû jina şeşemîn û yekem dadgera jin-Afrîkî-Amerîkî ku sond destûrî xwar.
Navenda Nûçeyan – Kitangi Jackson wek dadgera Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî ku saziya dadwerî ya herî bilind li Dewletên Yekbûyî, sonda destîrî xwar û bû yekem jina Afrîkî-Amerîkî ku ji bo vê wezîfeyê hate tayîn kirin.
Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî di dîroka xwe ya 233 salî de cara yekem dadgereke jin a Afrîkî-Amerîkî vedihewîne, piştî ku Senatoyê di 7ê Nîsanê de tayînkirina Ketanji Jackson a 51 salî ji bo dadgehê pejirand.
Ew ê sê jinên din, Sonia Sotomayor, Elena Kagan, û Amy Connie Barrett tevlê bibin, tê vê wateyê ku çar ji neh dadger dê di dîrokê de yekem car jin bin.
Kitangi Jackson, ku di Senatoyê de 53 li hember 47 dengan bi dest xist di daxuyaniyekê de got ku rêbazek wê ji bo darizandina dozan heye, lê ne xwediyê felsefeyek giştî ye, lê dê qanûnê bê tirs pêk bîne.