Ji bo komkujiya li dijî Êzidiyan weke jenosîd bê naskirin kampanyaya îmzayan hat destpêkirin
Ji aliyê Swîsreyê ve ji bo komkujiya li dijî Êzidiyan weke jenosîd bê naskirin, kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.
Navenda Nûçeyan- Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) ji bo ku komkujiya Êzidiyan ku li Şengalê bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi sed hezaran hatin koçberkirin û jin li bazarên koleyan hatin firotin, ji aliye dewleta Swîsreyê ve weke “Jenosîd” bê nasîn kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Îmzeyên bi kampanyayê bên komkirin dê pêşkeşî Hikumeta Federal were kirin.
“Piştgirî bidin ji nû ve avakirinê re”
Di metna bangê ya kampanyayê de bal hatkişandin ku beriya 8 salan DAIŞ’ê êzidî qir kirine lê dema pişt re vegerîna mala xwe civaka êzidî ji nû ve bi gefên komkujiyê re rûbirû dimînin.
Di metna de wiha hat gotin: “Em dixwazin ku Hikumeta Federal Komkujiya Êzidiyan bi awayekî fermî nas bike, parastina navnetewî ya vê civaka ji ber operasyonên leşkeri yên bi koordîne yên artêşa tirk û Iraqê di bin gefan de ye bê pêkanîn û her wiha ji bo ji nû ve avakirina cih û warê êzidiyan ên li Çiyayê Şengalê piştgiriya madî bê dayîn.”
Divê nifûsa Êzîdiyan bê parastin
Di metna ku hat diyar kirin ji meha Nîsanê û vir ve bi mudaxaleyên leşkerî yên koordîneyî yên dewletên tirk û Iraqê yên li Bakurê Iraqê re Êzidî tên tehdîtkirin, hat bibîrxistin ku komkujiyên li dijî êzidiyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê ve weke 'qirkirin' hatine binavkirin û hat ragihandin ku parastina nifûsa êzidiyan a mayî û naskirina qirkirinê ji aliyê hikûmeta Swîsreyê ve ji her demê bêhtir rewşeke lezgîn e.