Rêxistina SAM bi raporek binpêkirinên Hûsiyan yên li dijî jinên girtî belge kir
Rapora mafên mirovan eşkere kir ku Hûsî binpêkirinan li dijî jinên girtî di girtîgehên xwe de pêk tînin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina SAM ya ji bo Maf û Azadiyan raporek weşand û tê de piştrast kir ku jinên ku ji aliyê Hûsiyan ve hatine revandin rastî îşkenceya fizîkî û derûnî tên, ku di nav wan îşkenceyên ku jinên revandî rastî wan tên, lêpirsînên dirêj di saetên dereng ên şevê de, her wiha ji dîtina tavê û ji destavê ji bilî carekê an du caran rojê bêpar in û rastî şoka elektrîkê û îşkenceya psîkolojîk a hovane tên.
Raporeke mafên mirovan eşkere kir ku Hûsiyan ji sala 2014'an ve zêdetirî hezar û 700 jin revandine.
Di destpêka meha Hezîranê de, Rêxistina SAM ya ji bo Maf û Azadiyan raporek mafên mirovan belav kir ku tê de eşkere kir ku zêdetirî 35 hezar bûyerên binpêkirinê li dijî zarokan li Yemenê di salên şer de hatine kirin, ku du ji sê parên van binpêkirinan ji aliyê Hûsiyan ve hatine kirin.