Xwendevanên Manîfestoya Aştî û Civakî Demokratîk hatin gel hev

Akademiya Zanistên Civakî a Abdullah Ocalan komxebata Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk li bajarê Kobanê lidarxist. Beşdarvanên komxebatê teqezkirin ku Manîfestoya Ocalan misogeriya avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane ye.

Kobanê – Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a di 27’ê Sibatê de kir, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk raghand. Manefistoya ku ji 7 beşan pêk tê, Ocalan weke nexşerê û stratejiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêş dike.

Ji bo nirxandin û danasîna Manefistoyê bi rengekî berfereh, îroj Akademiya Zanistên Civakî a Abdullah Ocalan komxebat di bin diruşmeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk misogeriya azadiya gelan e’ birêxistin kir.

Komxebata ku li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido hat li darixistin, bi taybet xwendevanên Manifestoyê yên Kurd û Ereb ku ji dezgehên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, rêxistinên civakî, partiyên siyasî, ciwan, komîn,  meclîs, zanîngeh, rewşenbîr û hwd têde amedebûn.

Komxebat li ser bingeha sê mijarên sereke hat birêve birin. Mijara yekemîn ku girîngiya manifestoyê û rola jin bû, ji aliyê seroka Desteya Jin Macîde Hesûn û hevserokê PYD’ê Bozan Xelîl ve hatin vegotin. Her wiha mijara duyemîn Komîn û Dewlet ji aliyê endama ofîsa têkiliyan a PYD’ê Leyla Ehmed û hevserokê Encûmena Cîbicîkar yê kantona Firatê Ferhan Hec Îs û mijara sêyemîn ku Çareserî û entegresyon bû ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto û hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim ve hat pêşkêşê kirin. 

Di navbera mijaran de endama desteya hevseroktiya PYD’ê Foza Yusif, her wiha Nivîskar, lêkolînvan û akademsyen Seher Hesen Ehmed a ji Misir, Dîroknasê ji Misirê Mihemed Rifet El-Îmam û Dr Thomas Jeffrey Miley ku mamosteyê Sosyolojiya Siyasî yê zanîngeha Cambridge, bi riya dîmenan peyam ji bo komxebatê şandin. Di heman demê de beşdervanên li hola komxebatê jî nêrîn û nirxandinên xwe yên di çarçoveya mijaran de anîn ziman.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Firatê Felek Yusif li ser komxebatê nirxand û helwesta xwe ji ajansa me re anî ziman.

‘Manîfestoya Rêber Apo bersiva hemû pirsgirêkan e’

Felek Yusif di destpêkê de bi van gotinan behsa girîngiya Manîfestoyê kir: “Dema ku me weke jin digot; Rêber Apo ji bo me roj e û em jî li dora tîrêjên vê rojê ne, wî jî bersiva me jinan da û got; hûn roj in û ez li dora tîrêjên we me. Manefistoya Aştî û Civaka Demokratîk jî teqeziya vê gotinê ya herî şênber e. Rêbertî careke din bi piroje û felsefeya xwe ji hemû cîhanê re hêza xwe a çareseriya hemû aloziyên heyî nîşan da. Bi taybet bi rengekî vekirî ev çareserî sprat jinan ku çawa di destpêka dîrokê û mirovahiyê de jinan civak avakiriye û bi rengekî wekhev û edalet birêve biriye. Her wiha bal kişandiye ser rewşa civakê ku bi sedsalan di encama pergala capitalist de ji rastiya xwe hatiye derxistin û  parçebûye ku vê yekê jî di şikandina jin û çanda wê de digre dest.”

‘Êdî Serok Apo rêberekî netewî ye’

Felek Yusif a dibêje “Rêber Apo teqez dike ku çareserî, rizgarî û demokratîkbûna civakê jî girêdayî azadiya jin e” wiha bal kişand ser rola jinan a di vî warî de: “Rêber Apo bi nirxandin, tesbît û perspektîfên xwe rol û barê jinan du qatan girantir û zêdetir kir. Jin dê li aliyekî ji bo azadiya zayeda xwe têbikoşe û li aliyekî din jî ji bo nasnameya xwe a netewî û pêşengiya azadiya hemû gelan bike.”

Felek Yusif bal kişand ser beşdarvanên ji welatên derve a di komxebtê de û wiha got: “Kesayetên ji welatên cuda ku beşdarî komxebatê jî bûn îspat dike ku bîrdoziya Rêber Apo êdî cîhanî û gerdûnî bûye. Bi taybet nivîskar û lêkolînvana ji Misir ku naskirina xwe a ji Manefistoya Aştî û Civaka Demokratîk re anî ziman, diyar ku Serok êdî Rêberekî netewî ye û fikirên wî berbelavî netew û civakên cuda jî bûye. Ji bo vê jî hêvî û baweriya me a serkeftina pirojeya Rêber Apo mezintir û bihêztir bûye.”

‘Rêber Apo hêvî û kenê li ser rûyê jinan e’

Felek Yusif destnîşan kir ku Ocalan bi riya pirojeyên xwe kenê li ser rûyê jinan vegerand û ev mijar wiha nirxand: “Weke jin em soz didin ku ji bo serxistina pêvajoyê û misogeriya Manefistoyê, emê bê navber têbikoşin û pêşengiyê bikin. Rêber Apo her dibêje; Ez hêvî û kenê li ser rûyê jinan yê ku bi salan ji wan hatibû dizîn im. Ev gotin di rewşa min a niha de xwe dide der ku Rêber Apo bi rastî jî bûye hêvî û kenê li ser rûyê me jinan jî vegerand.”

Felek Yusif silavên xwe ji bo Îmaraliyê şand û bo gotina “Em weke jin û mirovahî deyndarên te ne û weke jinên Kobanê silavên taybet ji bo Rêber Apo dişînim.”