Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê 805 roj li pey xwe hişt

Çalakiya Nobetê ya ku li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 157’emîn, di roja xwe ya 805’emîn ve didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 157’emîn, di roja xwe ya 805’emîn ve didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 156’emîn Jiyan Pusat daxuyaniyeke nivîskî xwend.

‘Deriye Îmraliyê pêwîste ji bo demoqrat, hûqûqnas û rewşenbîran bê vekirin’

Jiyan Pusat di destpêka daxuyaniyê de dîyarkir ku di pêvajoyeke girîng û aloz re derbas dibin û wiha axivî: “Cîhan bi giştî şahidiyê ji gav û pêvajoyek dîrokî re dike. Hêzên desthilat ji bo berjewendiyên xwe û berfirehkirina sînorên dewletên xwe şerekî topyekûn didin meşandin. Bê guman piştî banga 27’ê Sibetê ya Aştî û Civaka Demokratîk hemu dek û dolabên hêzên desthilatdar vala hatin derxistin. Lê hikûmeta AKP ji bo berjewendiyên xwe hîna jî bi awayek rast û dûrûst nêzî pêvajoyê nebûye. Komîsyona ku hatî avakirin li gorî rastiya pêvajoyê nêzîkî pirskirêkan nabe û pêwîste deriye Îmraliyê ji bo kesên demoqrat, hûqûqnas û rewşenbîr bên vekirin.”

‘Em wek gelê wargehê ji pêvajoya ku dimeşe ne qutin’

Jiyan Pusat di dawiya daxuyaniyê de balkişand ser bandora pêvajoyê li ser wargeha Mexmûrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bê guman em wek gelê wargehê ji pêvajoya ku dimeşe ne qutin. Ev dorpêç û ambargoya ku ji alyê hikûmeta navendî Iraqê ve tê meşandin dixwaze wargeha ku heya roja îro bi îrade, nirx û Rêbertiya xwe ve girêdayî bê îrade bike, tengav bike û bide valakirin. Bi saya Rêbertî û têkoşîna azadiyê hebûna gelê Kurd hatiye qebûl kirin. Ji ber wê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neye bidestxistin wê çalakiyên me cûr be cûr bidomin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 157’emîn û dirûşmeyan dawî bû.