Li Misrê Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan hat nîqaşkirin

Li Misirê semînerek bi sernavê “Pêşeroja Kar: Şoreşa Jinê û Bingehên Wê yên Dîrokî” hat lidarxistin. Di semînerê de, rêwîtiya jinan a ji serdema Neolîtîk heta Şoreşa Rojava hat destgirtin.

Misir Navenda Lêkolînên Jinolojiyê û Navenda Fazayên Um El-Dunya duh semînereke rewşenbîrî bi sernavê “Pêşeroja Kar: Şoreşa Jinê û Bingehên Wê yên Dîrokî” li paytexta Misrê, Qahîreyê, li dar xist.

Sempozyum ji aliyê mamoste Ghada Samîr ve hate birêvebirin, ku di axaftina xwe de tekezî li ser girîngiya vegerandina dîroka femînîst û ji nû ve xwendina wê bi çavên roja îro kir.

‘Rola jinan a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xwedî tecrubeyeke sedsalî ye’

Rojnameger Macîde Talib, bi pêşkêşiyeke analîtîk danasîna pirtûka xwe ya bi navê “Bingeha Dîrokî ya Şoreşa Jinan û Pêşeroja Wê” kir. Macîde Talîb diyar kir ku pirtûk ji bo famkirina Jineolojiyê, têkiliya di navbera dîrok, aştî û jinan de rêbazek e û bal kişand ku rola jinan a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, xwedî tecrubeya sedsalî ye, ji malbatê heta hemû warên giştî bi saya rêwîtiya zor û zehmet çêbûye.

Dr. Mûna Ridwan jî bi nirxandineke rexneyî diyar kir ku valahiyeke dîrokî heye û divê ev yek bi nêzikahiyeke zanistî were destgirtin. Her wiha pêşniyar kir ku divê rêbazên sosyolojiyê werin bikaranîn, alozî û krîzên civakî yên ku hem jinan hem jî mêran jiyana werin lêkolînkirin. Mûna Ridwan got ku divê destpêka pirtûkê bi awayekî metodolojiktir were nivîsandin, bi baldarî li ser bikaranîna têgehan hem di dîrokî hem jî wateyî de were rawestîn, dipnot zêdetir bibin û bi mînakên arkeolojik û çandî dewlemendtir bibe.

Di semînerê de bal hat kişandin ku pirtûk bi xwespartina rêbaza jineolojiya femînîst, ji bo nîqaşên li ser dîroka jinan bûye piştgiriyeke girîng lê ji bo akademiktir bibe, pêdivî bi hinek sererastkirinên metodolojik heye.

Divê daneyên jinên hatine revandin werin komkirin

Beşdarên semînerê, bal kişandin ser girîngiya avakirina lêkolîneke qadê ya ji bo avakirina daneyên ku ji şahidên jin ên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin pêk tê. Her wiha hat diyarkirin ku divê di dawiya pirtûkê de çavkanî werin zêdekirin, çîrok û binpêkirinên ku hatine kirin werin belgekirin.

Di pêşniyaran de hat xwestin berhemên arkeolojîk ên aydê serdema Neolîtîk ku hatine talankirin û dizîn paşve werin dayîn hat diyarkirin ku ev berhem perçeyek ji bîra jinan a hatiye desteserkirin e. Her wiha hat xwestin ku divê tora piştgiriya cîhanî ya rêbaza Jineolojiyê dipejirîne were avakirin, di navbera jinên li çar aliyên cîhanê de pirên hevpar ên ku têkiliyê bi hêz bikin werin avakirin lewre ev yek dê têkoşîna bi pirsigirêkên rojevî re hêsantir bike.