Xizmên Windayan ji bo Mehmet Sîncar daxwaza edaletê kirin

ÎHD û Xizmên Windayan li Amedê di çalakiya vê hefteyê de ji bo parlementerê Partiya Demokrasî (DEP)’ê Mehmet Sincar ê dema serdana esnafan dikir hat qetilkirin, daxwaza edaletê kir.

Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 813’emîn a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” carek din li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê hatin bahev.

Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn wêneyên windakiriyan rakirin û li qadê pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser e hate vekirin.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer û hejmarek zêde ya endamên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de vê hefteyê ji bo parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP)  Mehmet Sîncar ê di 4’ê îlona 1993’yan de li Kolana Elma ya Êlihê dema serdana esnafan dikir bi êrişeke çekdarî hate qetilkirin, daxwaza edaletê kirin.

Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar anî ziman ku hevjînê wê bi du çekên cuda hate kuştin, hevjînê wê wê rojê li ser navê aştiyê çû wir û hate qetilkirin. Sîncar, xwest ku ne tenê faîlê hevjînê wê hemû faîlên cînayetên kiryar nediyar bên dîtin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî wiha got: “Ev cînayet ne cînayetên kiryarên wan nediyar in, cînayetên ku kiryarên wan diyar in. Faîl dê zû an dereng derkevin holê.”

Pişt re Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman çîroka qetilkirina Sîncar xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.