‘Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ biryardariya me geş dike’

Koordînasyona Kurdistanê Meşa Jinên Cîhanê - Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn bi boneya salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyanî da û got: “Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bûye sembola şoreşgerî, îlhamê dide têkoşîna me.

Navenda Nûçeyan- Jina Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin.  Ev bûyer bi pêşengiya jinan veguherî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û belavî seranserî rojhilatê Kurdistan û Îranê. Koordînasyona Kurdistanê Meşa Jinên Cîhanê - Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn bi boneya salvegera duyemîn a Serhildana Jin Jiyan Azadî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

 "Di salvegera duyemîn a şehadeta jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi bîr tînin. Jîna Emînî bi xwîna xwe çirûska şoreşê pêxist, şoreşeke ku hêzên zalim nekarîn vemirînin, her dilopek xwîna wê li hemberî tariyê û hêzên mêtingeriyê bû qêrînek.

Qetilkirina Jîna Emînî ne qezayek bû, armanca şikandina îradeya azad a jinê û bitepisandina dengê wê ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr dikir, bû.  Ev dirûşma ku qadên berfireh ên dilan ronî kir, ne tenê gotin e, belkî peyamek kûr û radîkal e ji bo redkirina her cure zilmê û ragihandina azadiya jinê bingeha azadiya tevahî civakê ye.  Ev felsefeya şoreşgerî daxwaza avakirina civakeke li ser esasê edalet û rûmetê dike, ku tê de ne desthilatdariya ku jinan tepeser dike û ne jî hêzên ku destdirêjiyê li ser jiyana wê dikin, tine bin.

‘Rejîma Îranê bi rêbazên cûda hewl dide jinan bêdeng bike’

Dewleta melayan li Îranê bi rê û rêbazên hovane hewl dide jinan bêdeng bike û biryara wan bişkîne, lê li pêşberî meşaleya Jîna Emînî û jinên têkoşer ên Îranê, bi hêzeke bê serûber re rû bi rû dimînin.  Zêdebûna hukmên darvekirinê li dijî çalakvanên jin, wek Pexşan Ezîzî û  Şerîfe Mihemedî, tirsa vê rejîmê ji dengê jinan, tirsa wê ya ji îradeya ku zordariya wê dike, eşkere dike ye.  Ev biryarên neheq wê me bêzar neke, wê baweriya me ya bi pêwîstiya berxwedanê kûrtir bike.

‘Têkoşîna jinên Îranê, têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye’

Em li vir di Kordînasyona Kurdistan a Meşa Jinên Cîhanê de, bi serbilindî li kêleka her jinên Îranê rawestiyane û hevgiriya xwe ya bi tundî bi têkoşîna wan a li dijî vê rejîma ku dixwaze bi darvekirin û gefê hewl dide destê xwe xurt bike, radigihînin.  Têkoşîna ku jin li Îranê dimeşînin, beşeke bingehîn a têkoşîna jinan e li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, herêmeke ku ev demeke dirêj e ji zilma rejîmên dîktator û hewldanên wan ên bêhêvî yên ji bo tepisandina dengê jinan û tepisandina şoreşên wan, êş û azarê kişandiye.

‘Hevgirtin dikare guherînê pêk bîne’

Em destnîşan dikin ku hevgirtina di navbera jinên herêmê û cîhanê de hêza ku dikare guhertinan pêk bîne ye.  Em dengê xwe bilind dikin û ji bo eşkerekirina kiryarên rejîma Îranê û rawestandina cezayên darvekirinê û berdana girtiyên jin, em banga çalakiyên navneteweyî dikin.  Civaka navdewletî nikare li hember vê rejîmê bêdeng bimîne, ji ber ku bêdengiya wê hevpariya tawanên bêdengkirina jinan e.

Têkoşîna azadiya jinê tenê bi rûbirûbûna rejîma Îranê re sînordar namîne, li dijî her cure koletiya li ser jinê tê ferzkirin têkoşîneke berdewam e.  Em baş dizanin ku yekîtî û hevgirtina me rêya rûbirûbûna van rejîmên zalim e.  Divê em weke rêxistinên jinan ji bo pêşî li vê zilmê bigirin, stratejiyên têkoşîna hevpar pêş bixin.  Divê em fêhm bikin ku têkoşîna me ya îro ne tenê ji bo jinên Îranê ye, têkoşîneke gerdûnî ya azadî û rûmetê ye.

Şoreş berdewam e…

Di vê salvegerê de em bi dilên tijî îrade û têkoşînê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind dikin.  Ev dirûşma ku bûye sembola şoreşgerî, îlhamê dide têkoşîna me û biryardariya me geş dike.  Em ê li pêşberî ti rejîma ku dixwaze vîna jinê bişkîne serî natewînin û dest ji daxwaza mafên xwe bernadin.  Em ê têkoşînê bidomînin, îlhamê ji Jîna Emînî û her şehîdên ku heta nefesa dawî li ber xwe didin digirin.

Em peyama xwe ji dewleta mela re dişînin: Cezayên darvekirinê û wehşet jinan natirsîne, dengê wan nayê qutkirin.  Şoreş berdewam dike, têkoşîn geştir dibe û xwîna şehîdan wê bibe ronahiya ku me ber bi azadiyê ve dibe.”