‘Berxwedana jinên Efgan ji bo hemû cîhanê çavkaniya îlhamê ye’

Aktîvîsta mafê mîrovan Malala Yousafzaî a Pakîstanî bertek nîşanê polîtîkayên Talîbanê ên li dijî jinê da, balkişand berxwedaniya jinên Efgan û got: “Cesareta we ji bo min û hemû mirovên cîhanê re çavkaniya îlhamê ye.”

Navenda Nûçeyan- Xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê aktîvîsta mafên mirovan Malala Yousafzaî ya Pakistanî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de vîdyoyek der barê bêparkirina zarokên keç ên Efganî ji xwendinê bê par tê hiştin belav kir û pesna têkoşîn û berxwedana berdewam a jin û zarokên keç ên Efganî li hember siyasetên zordar ên Talîbanê da. 

Di peyama Malala Yousafzaî de ev daxuyanî hatin dayîn:

"Îro, ez dixwazim peyamekê bi xwişkên xwe yên Efganî re parve bikim. Dema ku Talîban hewl dide we ji çûna dibistanê dûr bixe û we ji qada civakî derxîne, hûn li dijî sûcên wan şer dikin û her dem li ber xwe didin. Wêrekiya we ji min  û mirovên li seranserê cîhanê re îlhamek e.

Talîbanê di van sê salên dawî de perwerdeya zarokên keç di pola şeşan û jor de qedexe kiriye. Polîtîkayên hovane û mêtînger ên Talîbanê jinan ji kar, perwerde û beşdariya civakî bêpar dihêle. Tevî ku bi mîlyonan zarokên keç ên Afganî çûna dibistanê qedexe ye jî, ew perwerdehiyê bi awayên cihê werdigirin, di nav de xwendina li malê dibînin. Perwerdeya xwe bi amûrên ragihandinê yên wekî radyo û televîzyonê didomînin. Divê em her tim mafên jin û zarokên keç ên Afganî biparêzin da ku qedexeya li ser perwerdeyê rakin."