Nergîs Muhammedî ji bo Jîna Emînî peyam da

Xwediya Xelata Nobela Aştiyê Nergîs Muhammedî bi boneya salvegera dûyemîn ya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî re destpê kir peyamek weşand.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya salvegera dûyemîn ya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî re li Îranê destpêkir, xwediya Xelata Nobela Aştiyê Nergîs Muhammedî bang li saziyên navnetewî kir. 

Di peyama Nergîs Muhammedî de ev tişt hate gotin:

“Li ser qetilkirina Jîna Emînî û tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ ya bi hêz û bi îhtîşam dû sal derbas bû. Di van her dû salên bi êş û zehmet de, zext û cûdahiya ji aliyê hêzên tarî ve di bedenên kesên îşkence dîtine de birîn mabin jî tevî riya zehmet ya li pêşiya me, em hemû dizanin ku tiştek weke berê nemaye. Mirov di bawerî, jiyan û civakê de guherîna mezin hîs dike. Her çiqas ev guherîn ku hê jî rejîma Komara Îslamê hilneweşandibe jî, lê belê bingehê olperestiyê hejand.

Tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ şikandina xeyalên gel ê li hemberî rejîmê ewqas bi dîtbar kir ku, namzetek serokê di nîqaşek zindî de got “Em behsa kîjan mirovan dikin? Gelo ji sedî 60’ê ku naçe ser sindoqan” beşdar nebûna hilbijartinan a gelê Îranê îtiraf kiriye. Tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ rola gel a li hemberî rêveberiya zextkar ji nû ve penase kir û ferasetek nû ya ku di rejîma teokratîk de tirsê ava dike, ferz kir.

Ji Kurdistan, Sistan-Belucistan, Tahran, Azerbeycan û heta Huzistanê mirovên xwedî dengên cûda, ji bo li dijî bingehên tîraniyê rabin hatin ba hev.

Di salvegera dûyemîn ya tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ de em biryardariya xwe ya di riya pêkanîna demokrasî, azadî û wekheviyê û têkbirina despotizma teokratîk de carek din tînin ziman.

Îro dengê me hê bi hêztir derdikeve, em biryardariya xwe bihêz dikin.

Ez bang li saziyên navnetewî û mirovên li cîhanê dikim ku ne tenê çavdêrî bikin, di heman demê de di nava çalakiyan de bin. Ez bang li Netewên Yekbûyî dikim ku bêdengiya xwe ya li beramberî zext û cûdahiya hikumeta ototrîter û teokratîk ya li dijberî jinan bişkîne, dawî li bêçalaktiyê bîne û cûdahiya zayendî sûc bi hesibîne. Rizgarbûna jinan ji zext û cûdakariyê, bihêzkirina hêza ku rê li ber demokrasî û aşitiyê vedike elzem e.”