Xizmên windayan li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
Xizmên windakiriyan li Amedê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê 27 sal berê hat windakirin pirsîn.
Amed - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û xizmên windayan, li ber Biryardariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû cara 706’emîn li hev civiyan û aqûbeta windahiyên xwe pirsîn.
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û destnîşan kir ku ji bo sûcên li dijî mirovan hatin kirin derkevin holê berpirsiyariya dewletê ye û ew dixwazin dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Zeytûn bi bîr xist ku di hefteya dawî de 3 girtiyên siyasî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Serpêhatiya Abdurrahîm Demîr hat xwendin
Piştî axaftina Abdullah Zeytûn, endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Abdurrahîm Demîr ê di 17’ê tebaxa 1995’an de dema diçû Edeneyê û li Qereqola Şavelatê hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat girtin xwend.
Firat Akdenîz diyar kir ku Abdurrahîm Demîr dema hatiye windakirin 22 salî bûye û ew ji navçeya Mehserta Mêrdînê ye û di 17’ê tebaxa 1995’an de dema xwestiye biçe serdana xizmên xwe yên li Edeneyê li ser rêya Qoser-Wêranşarê li Qereqola leşkeran hatiye desteserkirin û pişt re malbat û dayika wî hîn dibin ku lawê wan neghişîtiye Edeneyê û hatiye windakirin.
“Malbat serî li hemû saziyên pêwendîdar da”
Firat Akdenîz da zanîn ku li gel malbat serî li hemû saziyên pêwendîdar dide jî tu agahî ji lawê xwe nagire û 27 sal in winda ye û tu xeber jê nehatiye girtin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.