Endamên ESP'ê hatin girtin
Endamên ESP'ê Denîz Aktaş, Ebrû Yîgît, Mert Ûnay û Nûrcan Gullubûdak duh bi şev li dadgeha ku hatin li dar xistin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Navenda Nûçeyan- Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yên Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş, Ebrû Yîgît, Mert Ûnay û Nûrcan Gullubudak ku di 18’ê tebaxê de bi serdegirtina malan li Stenbolê hatibûn binçavkirin û derbkirin, duh bi şev sewqî edliyeyê hatin kirin.
4 kesên ku piştî îfadeya wan li dozgeriyê hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî 5’emîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Stenbolê hatin kirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.