Xeniqîna bijîjk Firmesk bi awayek guman maye
Bijîjka 25 salî Firemiks Ferhad a xwendevana melevanek ya bajarê Hewlêrê, dema melavanê dikir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
ASUDE MEHEMED
Navenda Nuçeyan- Firmesk Ferhad ya 25 salî, ku bijîjka didan û ciwankariya didane, dema di 7’ê Îlona sala borî li gel xwişka xwe ya biçûk ya 8 salî, li bajarê Hewlêrê ji bo werzîşa melevanê diçin cihê melevanekê û li cihê melevaniyê bi awayekî guman dixeniqe.
Piştî lêkolînê derket holê ku sedemê xeniqîna bijîjk Firmesk ew e ku dema melevanî dike bi encama şemîtina lingê xwe dikeve nava avê û singê wê tejî av dibe û bivî awayî jiyana xwe ji dest dide. Lê belê ev cihê gumanêye ku piştî jiyana xwe ji dest dide dû saet şûnde nû agahî didin malbatê û ev jî ji hêla malbatê ve bûye cihê guman.
Ferhad Hesen bavê bijîjk Firmesk da diyarkirin ku keça wan melevanî dizanî û di dema xeniqî de jî tu timên alîkariya lezgîn li wêderê amede nebûne. Bavê keça ciwan bi bîr xist ku tu pirsgirêka wana li gel tu alî û kesan tune bûye.
Dadgeh piştî 6 mehan ya lêkolînê biryara girtina Larêda Babat da û ew jî bi kefalet hate berdan.
Projeyên bijîjkî yên Firêmiks hebû
Bijîjka didan û ciwankariya didan xwedî projeyek hunerî û tendirustî ya bi navê ‘Huner û tendirustî di nava mirov de ye’ bû û naveroka projeyê behsa pirsgirêkên zikmakî nîne, xwezaya xudê bi parêze, ciwankariyê tenê weke pêwîstî û çareseriyê bikarbîne bû.
Sedemê xeniqîna bijîjk Firêmiks heta niha nehatiye zanîn tenê weke bûyerek ya xeniqînê maye. Bavê Firêmiks û parêzerê wan daxwaza dikin sedemê xeniqîna bijîjk Firêmiks were eşkere kirin.
Di demên borî de jî gelek bûyerên cûda yên kuştina jinan bi guman hatiye tomarkirin, nayê zanîn ka çawa hatiye kuştin, xeniqîn an şewitandin an jî bi xwe dawî li jiyana xwe aniye. Nîha ji xeniqîna bijîjk Firêmiks yek ji wan bûyerên ku bi awayekî guman jiyana xwe ji daye, ew jî bûyerek ya kuştina bi qestî ya jinan e.