Derhêner Mîna Meşhedî Mehdî bi kefaletê hat berdan
Derhêner û lîstîkvan Mîna Meşhedî Mehdî piştî 76 rojên girtinê, bi kefaletê ji zindana Qerçekê ya Veramînê hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Duh parêzvana dadgehê Meriyem Kiyan-Ersî li ser hesabê xwe yê (X) raghand ku derhêner, montajker û lîstîkvan Mîna Meşhedî Mehdî piştî 76 rojan ji girtinê, bi kefaletê ji zindana Qerçekê ya Veramînê serbest hate berdan.
Bi kefaletê hate berdan
Meriyem Kiyan-Ersî bêyî ku behsa sûcên li dijî muwekîla xwe bika wiha nivîsand: “Îro 5’ê Cotmeha 2025’an, darizandina sûcên li dijî muwekîla min Mîna Meşhedî Mehdî li şaxa 23 a Dadgeha Şoreşê hate lidarxistin. Di dawiyê de biryara girtina muwekîla min hate rakirin û bi kelafetê ji Girtîgeha Jinan a Qerçekê hate berdan. Di vê rûniştinê de nûnerên Mala Sînemayê jî amade bûn.”
Di pêla girtinên berfireh a komara Îslamî ya Îranê de hate girtin
Mîna Meşhedî Mehdî di pêla girtinên berfireh piştî şerê 12 rojan ê Komara Îslamî ya Îranê û Îsraîlê de, di roja sêşemê 31’ê Tîrmehê de hate girtin û ber bi cihê nediyar ve hate veguhestin. Ev hunermend piştî demekê derbasî zindana Qerçekê ya Veramînê hate veguhestin.
Xwediyê gelek xelatan e
Lîstikvan, belgefîlmçêker û montajker Mîna Meşhedî Mehdî, di kurtefîlma Sûşiyosê de wek lîstikvan amade bûye. Mîna Meşhedî Mehdî derhêneriya belgefîlmên wek Badgirên Yezdê, Wehûm, Kowara Bawerê, Wayû Nû, Celal Eldîn, Ew Derê ku Bayê Dilêve, Muxtarê Mençesterê, Gesin û Madî jî li ser milê wê bûye. Ew xwediyê gelek xelatên ku ji festîvalên cuda girtiye.