WWA: Sedema germahiya zêde ya li Ewropayê guherîna avhewayê ye
Rêxistina Avhewayê ya Cîhanê (WWA) eşkere kir ku pêla germahiya giran a li Ewropayê encama rasterast a guherîna avhewayê ye; zanyaran diyar kir ku sedema sereke sotemeniya fosîl e û banga çalakiyeke lezgîn kirin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Avhewayê ya Cîhanê (WWA) raporek li ser germahiya zêde ya ku bandorê li Ewropayê dike, parve kir û di raporê de eşkere kir ku ev germahî encama guherîna avhewayê ne.
Li gorî raporê, germahiyên ku îro têne jiyîn di şert û mercên avhewayê yên 50 sal berê de hema hema ne pêkan bûn.
WWA’ yê destnîşan kir ku her çend hewaya germ a ji Sahrayê ji ber pergala zexta bilind bandor li Ewropayê kir jî, guherîna avhewayê germahiyê bêtir zêde kir.
Zanyar dan zanîn ku bûyerên germahiya zêde pir caran diqewimin û belavbûna gazên serayê yên ji sotemeniya fosîl wekî sedema sereke destnîşan kirin û banga çalakiyek bileztir li dijî krîza avhewayê kirin.