Ebola bi Kongoyê re sînordar nîne
Li Komara Demokratîk a Kongoyê bûyerên Ebolayê zêde dibin, rayedarên tenduristiyê ragihandin ku hezar û 274 kes bi vîrûsê ketine û 360 kesan can daye. Belavbûna vîrûsê li herêmên rojhilat berfireh dibe û li Ugandayê sînordar e.
Navenda Nûçeyan – Li Komara Demokratîk a Kongoyê pêla belavbûna vîrûsa Ebolayê her ku diçe berfirehtir dibe. Derbasbûna wê ya ji bo Ugandayê, fikarên li ser belavbûna cureyê kêmpeyda yê bi navê ‘Bundibugyo’ zêdetir dike, ku ji bo vî cureyî tu derzî an dermankirinek pejirandî tune ye.
Li Kongoyê hezar û 274 kes bi şewbê ketine
Komara Demokratîk a Kongoyê şeva borî ragihand ku hejmara pêketiyên piştrastkirî yên vîrûsa Ebola bilind bûye. Hat diyarkirin ku hezar û 274 kes pêketine û di nav wan de 360 kesan can dane. Ev bîlançoya dawî nîşan dide ku qada belavbûna vîrûsê li rojhilatê welat berfireh dibe. Rayedarên tenduristiyê di 15’ê Gulana borî de pêleke nû ya vê vîrûsa xwînber û xeternak ragihandibû.
Li 3 herêman vîrûs belav bûye
Hat ragihandin ku vîrûs li sê herêman belav bûye; Îturî, Kîvûya Bakur û Kîvûya Başûr. Ev herêm cihê jiyana nêzî 15 milyon kesan in û rûbirûyî pirsgirêkên ewlehiyê û zehmetiyên gihîştina xizmetên tenduristiyê tên.
Belavbûna vê şewbê tenê bi Kongoyê re sînordar nîne. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li welatê cîran Ugandayê jî 20 pêketiyên piştrastkirî û 2 mirin hatine tomarkirin. Tevî ku rayedarên li wê derê berê tekez kirin ku rewş di bin kontrolê de ye, derbasbûna vîrûsê ya di sînoran re fikarên li ser berfirehbûna qada nexweşiyê zêde dike. Nexasim li herêmeke ku tevgera gel lê zêde ye û binesaziya tenduristiyê li hin deveran qels e.
‘Bundibugyo’ cureyekî kêmpeyda ye
Her wiha, raporên tenduristiyê nîşan didin ku cureyê ku niha belav dibe ‘Bundibugyo’ ye, ku cureyekî kêmpeyda yê vîrûsa Ebola ye û heta niha tu derzî an dermankirinek pejirandî ji bo wê tune ye. Ev rewş hewldanên kontrolkirina vîrûsê zehmettir dike û girngiyeke mezin dide tedbîrên wekî karantînakirin, şopandina kesên berketî û şêwazên ewle hainên rûbirûbûna nexweş û qurbaniyan.