Li Suriyeyê bermahiyên şer jiyanê dikujin
Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku di 24 saetên borî de ji ber bermahiyên şer 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Di 24 saetên borî de, Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) bîlancoyeke nû ya qurbaniyên sivîl ku ji ber teqîna bermahiyên şer li deverên cuda yên welat çêbûne, belav kir. Ev yek berdewamiya wê xetereyê nîşan dide ku rojane gefê li jiyana niştecihan, bi taybetî zarok û karkerên li deverên gundewarî dixwe.
Mirovên herêmê dibin xetereyêde dijîn
Çavdêriyê bal kişand ser kuştina 4 sivîlan ku di nav wan de 2 zarok, jinek û mêrek hene. Her wiha 4 kesên din jî birîndar bûne ku 2 ji wan zarok in. Ev hemû ji ber teqîna mayînan pêk hatine. Li bajarê Meyadînê yê li gundewarê Dêrezorê, zarokekî ji ber teqîna mayînên şer jiyana xwe ji dest da. Ev rûdan nîşan dide ku alavên neteqiyayî hîn jî li cihên kar û kombûnê pir zêdene.
Li gundewarê başûrê Idlibê, li gundê Semkeyê yê li devera Maaret El-Numan jî jin û mêrekî ji ber teqîna mayinekê jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber teqîna mayînekê li devera Rewd El-Wehiş li çola Suxneyê ya li rojhilatê Himsê, zarokek hat kuştin û 2 zarokên din jî bi birînên giran û sivik birîndar bûn. Ev bûyer rastiya xetereya li ser zarokan li deverên çolistanê yên ku lê mayînên şer hê jî hene, nîşan dide.
Her wiha li derdora gundê Dibisê yê li bakurê bajarê Eyn Îsayê li gundewarê Reqayê 2 kesên ku şivantiyê dikirin ji ber teqîna mayînê birîndar bûn. Her du birîndar ji bo wergirtina lênihêrîna bijîşkî rakirin xaleke tenduristiyê ya nêzîk.
Ev rûdanên dubare piştrast dikin ku bermahiyên şer hê jî gefeke rojane ne li ser jiyana sivîlan. Bi taybetî deverên gundewarî û çolistanê veguherîne qadên xetere. Di bin vê rewşê de, hewcedariyeke lezgîn bi zêdekirina hewildanên rakirina van bermahiyan û paqijkirina rûberên qirêjkirî bi awayekî çalak heye da ku rê li ber berdewamiya zêdebûna qurbaniyan were girtin.
Zeviyên çandiniyê bûne zeviyên mirinên bêdeng
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku dubarebûna van bûyeran îspat dike ku xetereya mayînên şer hê jî wekî parçeyekî rojane ji jiyana sivîlan maye. Ji ber ku zeviyên çandiniyê û gundewarî veguherîne zeviyên mirina bêdeng ku her kêlî gefê li niştecihan dikin; ev jî di bin nebûna operasyonên paqijkirinê yên bibend de ku dawî li vê xwînrêjiya mirovî bîne.
Bangeke navneteweyî ji bo pêngavên pratîkî
Çavdêriyê bal kişand ser hewcedariya lezgîn a avêtina pêngavên cidî û bilez. Ji bo ku ev herêm ji bermahiyên şer werin paqij kirin.
Çavdêriyê bang li aliyên pêwendîdar, rêxistinên navdewletî û mirovî yên pispor kirin. Ji bo ku bi awayekê plankirî û bi qonaxên cuda ev herêmane werin paqij kirin. Da ku parastina sivîlan mîsoger bike û vê xetereya berdewam li ser jiyana mirovan rake.