‘Windabûna Hevrîn Xelef ji bo hemû Sûriyeyê windahiyek mezin e’
Berdevka Ofîsa Dîplomatîk a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş ku hevrêya Hevrîn Xelef e, got ku Kurdan û Sûriyeyê siyasetmedarek bihêz û mezin winda kiriye û girîngiya destpêkirina têkoşîneke diplomasî û siyasî ya jinên Sûriyeyê bibîr xist.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Siyasetmedar û Endezyara Kurd Hevrîn Xelef, berî ku tevlî karwana nemiran bibe, erka wê ya dawî Sekreteriya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bû. Ew di 12’ê Cotmeha 2019’an de di dema êrîşên dagikeriya Tirk a li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de, li ser rêya navdewletî ya M4 bi awayekî hovane hate kuştin. Kujerên Hevrîn ango rayedar û çekdarên Ehrar El-Şerqiyê niha di artêşa Sûriyeyê ya nû de erk û mîsyonên mezin girtine.
Berdevka Ofîsa Dîplomatîk a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş ku hevrêya Hevrîn Xelef e, ji ajansa me re behsa hevrêtî, kesayet û jiyana Hevrîn Xelef kir.
Hevrêtiya wan bi damezrandina Rêveberiya Xweser re destpê kir
Sema Hevrîn bi hezkirin û minetdarî bibîr anî û ji hevrê, malbat û gelên ku ji wê hez kirin re sersaxî xwest û wiha dewam kir: “Di kêliyên damezrandina Rêveberiya Xweser de min Hevrîn nas kir. Me di qonaxek gelek nazik û zehmet de hevdû nas kir. Sal 2014’an dewreyek perwerdê ya xweser dîsa me anî cem hev, li wir naskirina min jêre kûrtir bû. Hevrîn jinek wiha bû ku di hemû aliyên yê pîşeyî, jiyanî, zanistî û civakî de xwe dabû avakirin û gelek têgihiştî bû. Her xwe nû dikir, hevalek herikbar û her wext xwedî nêrînên pir cûda bû. Hevrîn dikarîbûn mohra xwe li dîroka Şoreşa Rojava û projeya Netewa Demokratîk a ku biratiya gelan armanc dike, bixe. Çimkî jinek kûbar bû û tiştek ji bo xwe kesayetî nedixwest, her tişt dikir oxira gelê xwe.”
‘Çûyîna Hevrîn ji bo tevahiya Sûriyeyê windahiyek mezin bû’
Sema da zanîn ku Hevrîn xwedî kesayetek civakî, siyasî û mirovî bû û wiha pêl da gotina xwe: “Ji ber vê bi şehadeta wê me hevrêyek ewqas mezin û bibandor winda kir. Ew ji bo me, ji bo Şoreşa Rojava û ji bo tevahî Sûriyeyê windahiyek mezin bû. Siyasetmedara herî biçûk li Sûriyeyê bû ku pêşengiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li herêmên rizgarkirî wekî Reqa û Tebqayê kir. Di herêmên nû ji DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin de, Hevrîn pêşengtiya fikrê Netewa Demokratîk, diyalog û aştiyê kir. Hevrîn li ku bûya, piştî çûyîna wê dîrokek û şopek li pey xwe dihişt. Çimkî xwedî projeyek bû, projeya wê bo giştî Sûriyeyê ne tenê ji bo Rojava bû. Ew bi zimanê Kurdî, Erebî, Çerkez û Suryaniyekê diaxivî. Xwezî îro û bi taybetî di van qonaxan de Hevrîn hebûya.”
‘Hevrîn mînak bigrin û siyasetê bikin’
Sema amaje bi kujerên Hevrîn kir û got ku tevî tevgerek dîplomatîk a pir mezin çêbû lê heta niha kujer nehatine darizandin, berovajî wê wan erkên mezin di artêşa Sûriyeyê ya nû de girtine. Sema wiha domand: “Li şûna ku bên darizandin, erkên mezin di artêşa Sûriyeyê ya nû de girtine. Ji lewra divê ku jinên Sûriyeyê ji Hevrîn hêz bigrin, ji xwe re bikin mînakek ku bikaribin li dijî înkara jinan siyasetê bikin.”
Rewşa Sûriyeyê guherî lê projeya Hevrîn pêşengiya wê dikir çi bû?
Sema destnîşanî guhertina rewşa Sûriyeyê ya siyasî kir û wiha projeya ku Hevrîn pêşengtiya wê dikir û got: “Şoreşa Rojava li ser projeya Netewa Demokratîk ava bû ku çawa hemû gel, netew, ol, etnîk bi hev re bijîn û pirsgirêkên xwe bi aştiyane çareser bikin. Gelek hêzên dagirker û yên netewperest, naxwazin gel bi hev re bi aramî bijîn. Ev ne şerê îroj e, di sedsalên 19-20’an û berê jî hêzan jiyana civakê dikirin hedefa planên xwe. Lê di dirêjahiya dîrokê de jî xetên berxwedan û têkoşînê her hebûne, li beramberî xetên desthilatdariyê xetên demokrasiyê jî hebûn û hêj hene. Ji lewra derbeya li ser projeya Netewa Demokratîk li Rojava çêbû ji wê hişmendiyê tê. Çimkî destpêkê êrîşî peykerên jinan kirin, keziyên şervanan birîn û xwestin şerê Kurd û Ereban derxin holê, heta niha jî ev hewldanên wan didomin. Guhertinên li Sûriyeya pir ol, pir netew û pir ziman û çand, ev da tekez kirin ku ji derveyî jiyana hevbeş û aştiyane ti çareseriyên din tune ye.”
‘Beşdarbûna jinan a siyasî li Sûriyeyê di xeteriyê de ye’
Sema balkişand ser pêvajoyên aştiyê ku tê de jin destkeftiyên xwe winda kirine, xeteriya li ser destkeftî û serkeftinên jinên Rojava bibîr xist û wiha got: “Piştî şeran li ser maseyên diyalog û aştiyê destkeftiyên jinan û rola wan tê paşguhkirin. Ji ber wê jinan di nav dîrokê de her winda kirine, çimkî destûr mafê wan garantî nekiriye û siyasetê her wan bê rol hiştiye. Em îro li Rojava xeteriyê dijîn, çimkî desthilata heyî bi hişmendiya mêrperestî tevdigerin û jinan wekî hebûn û pêşeng nabînin. Jinan li Rojava pêşengtiya projeya demokratîk kir. Ne tenê daxwaza mafê xwe yê dengdanê û hilbijartinê kirin, berovajî wê jinan li vir pêşengtiya avakirina sîstemeke nû kirin. Bi nêzîkbûna dusaliya qonaxa nû ya Sûriyeyê, xeteriyek li ser beşdarbûna jinan ji tevahî qadên destûrî, zagonî, perlemanto, jiyanî, civakî, siyasî û gelek qadên din de heye.”
‘Zemîn, fikir û tecrûbe heye lê pêwîstî bi yek helwesta jinên Sûriyeyê heye’
Sema pêwîstiya yek helwestiya jinan li Sûriyeyê bilêv kir û wiha pê de çû: “Pêwîst e ku em têkoşîneke dîplomasî û siyasî bikin da ku em mafê xwe yê paşerojê qezenc bikin. Her wiha da ku em mafê jinan di destûrê de garantî bikin. Ezmûnên serkeftî yên welatên wekî Rawenda, Sîbîrya û Kolombiya jî hene ku çawa nûnertiya jinan rêjeya ji sedî 50 derbas kiriye û gihîştiye 64’an. Ev encama têkoşînan jinan a ji dîrokê ve herikî heta roja îro hatiye. Li Rojava ew zemîn, fikr û tecrûbeya xwe dispêre zanista jin jineolojî heye, ku em bikaribin li ser asta Sûriyeyê deng û daxwazên xwe bikin yek. Wiha em ê bikaribin mafên jinên ku ji destpêkê ve di nav şoreşê de cih girtin, temenên mezin pêşkêş kirin da ku jin bi îrade, nasname û bi dîroka xwe nexşerê ya pêşeroja xwe xêz bike, mîsoger bikin. Ji lewra pêwîstî bi baldariyek mezin heye.”
‘Hevrîn berpirsyartiyek mezin da ser pişta rêhevalên xwe’
Sema careke din soza şopandina rêya Hevrîn Xelef nû kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevrîn berpirsyartiyek mezin da ser pişta rêhevalên xwe. Ji bo hêvî, proje û xeta demokrasî, azadiya jinê, aştî û aramî ku ew pê bawer bû divê em bişopînin û berdewam bikin. Me Kurdan û Sûriyeyê siyasetmedarek mezin winda kir, lê îro rêhevalên wê hene. Em îro soza şopandina rêya Hevrînan, Rîhanan, Jiyanan û hemû jinên di oxira vê dozê de ked dan û gihan asta şehadetê, didin.”