Çalakvanên Mexmûrê: Pêwîste azadiya fizîkî ya Rêbertî were pêkanîn

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt di roja hezar û 180’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 225’an, di roja hezar û 180’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 224’an Nuran Oy axivî.

‘Pêwîste azadiya fîzîkî ya Rêbertî demildest mîsoger bibe’

Nuran Oy di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpê kirin û wiha got: “Armanca çalakiya me ew e ku em Rêbertî bi fîzîkî azad bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger nebe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Herwiha pêvajoyek hatiye destpê kirin, ev pêvajo ji bo gelê Kurd jî ji bo gelê Tirk jî xwedî nirxek mezine. Daxwaza me ew e ku Rêbertî di vê pêvajoyê de rasterast beşdarbûna xwe çêbike û nasnameya wî ya siyasî were dayîn. Di vê pêvajoyê de ji aliyê Rêbertî û tevgera me ve gav hatine avêtin, pêwîste ji aliyê Tirkiyê ve jî gav werin avêtin.”

Merasîm bi dirûşmeyan dawî bû.