Li Arjantînê ji hezaran jinan banga têkoşîna hevpar: Jin, jiyan, azadî

Peyama Tevgera Jinên Kurdistanê ya ji 39’emîn Hevdîtina Navneteweyî ya Jinan a bi beşdariya bi hezaran jinan li bajarê Córdoba yê Arjantînê dest pê kir re, bandoreke mezin kir. Jinan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" peyama piştevaniyê û têkoşîna hevpar dan.

Navenda Nûçeyan – Têkoşînên jinan ên li deverên cuda yên cîhanê ya ji bo azadî, wekhevî û mafan, di 39’emîn Hevdîtina Navneteweyî ya Jinan a li Córdoba ya Arjantînê de li hev civiyan. Bi hezaran jinên ji herêmên cuda yên Abya Yala, ji bo parvekirina ezmûnan, xurtkirina torên piştevaniyê û pêşxistina rêbazên têkoşîna hevpar, di vê çalakiya sê rojî de hatin cem hev.

Hevdîtina ku rêxistinên jinan ên gelên xwecihî û tevgerên cuda yên femînîst beşdarî wê bûn, bi çalakiyên ku balê dikişînin ser pirrengiya çandî û piştevaniya jinan, dest pê kir. Di merasîma vekirinê de rîtuelên kevneşopî yên gelên xwecihî yên Abya Yala hatin pêşkêşkirin.

Ji Kurdistanê ji Cordolê re peyama piştevaniyê

Yek ji xalên girîng ên hevdîtinê, peyama vîdyoyî ya Tevgera Jinên Kurdistanê bû. Beriya destpêkirina bernameya vekirinê, slavên endamên Tevgera Jinên Kurdistanê hatin ragihandin û her wiha slav ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şandin. Piştre, peyama bi vîdeoyî ya ji çiyayên Kurdistanê hatibû şandin, ji bo beşdaran hate nîşandan.

Zîlan Vejîn a li ser navê KJAR û Tevgera Jinên Kurdistanê axivî, bal kişand ser girîngiya avakirina hevkariyê ya di navbera têkoşînên jinan ên li erdnîgariyên cuda de. Zîlan Vejîn, destnîşan kir ku lêgerînên jinan ên ji bo azadiyê ne ji hev qut in û got ku ramanên Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên ku gelên cîhanê û jin pê re rûbirû ne, çareseriyan pêşkêş dike.

Piştî nîşandana peyamê, li salonê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" deng veda. Beşdaran, bi dirûşman re ji bo têkoşîna jinan a li Kurdistanê peyama piştevaniyê şandin.

Dê di nava sê rojan de tecrûbeyên têkoşînê bên parvekirin

Ev hevdîtina ku armanc dike tecrûbeyên hevpar ên jinan li qadên cûrbecûr yên têkoşînê kom bike, dê bi çalakiyên cihêreng sê rojan bidome. Jinan bi rêya komxebat, nîşandana fîlman, bernameyên çandî û xwepêşandanên girseyî, him li ser pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin û him jî li ser tecrûbeyên rêxistinbûn û berxwedanê yên ku li hember wan pêş xistine, nîqaş bikin.

Ev hevdîtin, dê ji bo jinên ji herêmên cihêreng bibe platformeke ku têkiliyên rasterast deynin û ji bo têkoşînên pêşerojê stratejiyên hevpar pêş bixin.