WHO: Divê Îsraîl trajediya li Xezayê bi dawî bike

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku birçîhiştina welatiyên li Xezayê sûcê şer e û got: “Divê Îsraîl trajediya li Xezayê ku heta niha zêdetirî 370 kes mirine, rawestîne.”

Navenda Nûçeyan – Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (World Health Organization) Tedros Adhanom Ghebreyesus têkildarî siyaseta Îsraîlê ya birçîhiştina welatiyên li Xezayê, daxuyaniya çapemeniyê da.

370 kes ji birçîna jiyana xwe ji dest dane

Tedros Adhanom diyar kir ku birçîhiştina welatiyên li Xezayê sûcê şer e û bang li Îsraîlê kir ku divê trajediya li Xezayê ku heta niha zêdetirî 370 kes ji birçîna jiyana xwe ji dest dane, rawestîne û got: “Ev trajediya ku Îsraîlê li Xezayê afirandiye dikare di demek nêz de were rawestandin. Ji destpêka şer ve heta niha li Xezayê nêzî 370 kes ji ber birçbûnê mirin. Ji vana zêdeyî 300 kes di van du mehên dawî de mirin ev jî nîşan dide ku her diçe polîtîkaya birçîhiştinê dijwartir dibe.”